Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Jinên êzidî li Şengalê 8’ê Adar pîroz kir

Bi tevlêbûna gelek jinên êzidî, li navçeya Sinûn a Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li navçeya Sinûn a Şengalê bi tevlêbûna gelek jinên êzidî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Beriya destpêkirina şahiyê, jin ji rêya sereke ya Sinûnê heta cihê şahiyê meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên; ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bê jin jiyan nabe’ berz kirin. Piştî ku jin gihiştin cihê şahiyê, ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin.

Li cihê şahiyê posterên hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku 121 roj in ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Ocalan û alên TAJÊ hatin daliqandin.

‘Tola jinên êzidî hate hildan’

Di şahiyê de di destpêkê de nêrînên Ocalan ên der barê 8’ê Adarê de hatin xwendin. Her wiha hevseroka Meclisa Xweseriya Demoktarîk a Şengalê Rîham Hiço axivî û wiha got: “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em wekî jinên kedkar, berxwedêr û têkoşer di serî de di şexsê Leyla Guven , Nasir Yagiz de li hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de pîroz dikin. Di sedsala 21’an de em revandin û firotina keç û jinên êzidî şermezar dikin. Bi pêşengiya YPG û YPJ’ê dawî li DAIŞ’ê hat. Tola Jinên êzidî hate hildan.”

Zarok radestî malbatên wan kirin

Li ser navê YJŞ’ê jî Axîn Entîqam axivî û 8’ê Adar li tevahiya jinên Êzidî û cîhanê pîroz kir. Piştî axaftinan, her 10 dîlên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre Koma Ezda a Strana derkete ser dikê û stran gotin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar