Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Jinên Germiyanê jî tevlî kampanyayên alîkariyê dibin

Kampanyayên alîkariya ji mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê re, her ku diçe berfirehtir dibe. Jinên Germiyanê jî beşdarî kampanyayê dibin

Di 6’ê Sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gel bajarên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir ku di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes birîndar bûn, ji bilî wan bi deh hezaran kes di bin sermaya zivistanê de li derve bê nan û av mane.

Li gelek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ji bo komkirina alîkariya ji mexdûrên erdhejê re ji aliyê gelek rêxistin û welatiyan ve kampanya hatine destpêkirin.

Li bajarokê Kelar ê îdareya Germiyanê 4 rojin kampanyayên ji bo alîkariya ji mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê re berdewam dikin. Her wiha jinên Germiyanê jî cihê xwe di nava kampanyayan de girtine.

Di derbarê kampanyayan de jina bi navê Ruxweş Cebar ji wiha got: “Hîvîdarin ku her jinekê di van kampanyayan de rolê xwe bileyîzin û erkê xwe yê mirovî pêkbînin. Divê her kes û her aliyek bê ku hizbayetiyê bike, li gorî hêza xwe alîkariya mexdûrên vê felaketê bike.”

Ruxweş Cebar dewama axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd ne cara yekeme bi karesetek wiha re rû bi rû tê ku her carê alîkarî û piştgiriyê ji hev re kirine. Ruxweş got alîkarî ji bo parçeyên din ên Kurdistanê tê kirin, her Kurdek ku pêwîstiya wê heyî, divê alîkariya wê bikin û xema wê parve bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar