Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Jinên jiyanê bi piştevaniyê ava bikin

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA li Islahiye ya ku erdhejê bandoreke neyînî lê kiribû, peyama mezinkirina piştevaniyê dan û gotin:"Em ê jiyanê bi piştevaniyê ava bikin.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jin li Islahiyeya Dîlokê ya ku erdhejê lêxist hatin gel hevdu û li ber navenda kriz koordinasyona krîzê daxuyanî dan. Aktivîstên TJA’yê, serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst ên Bindestî (ESP) Beycan Taşkiran û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Jinan bi fularên xemrî 8’ê Adarê pêşwazî kirin.

‘Bi hêrseke mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin’

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Beybûn Aslan, da zanîn ku ji ber erdheja li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê ew bi xemgînî û bi hêrseke mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin û got:”Mixabin polîtîka li ser dijminatiya li dijî jinên kurd û şer hatine avakirin. Sedema ku encamên erdhejê ewqas giran bûn, rastiya şer a heyî ye.”

‘Em ê jiyanê ji nû de ava bikin’

Beybûnê bi lêv kir ku di şerê li dijî civakê de dîsa jêderkên civakê tên bikaranîn û wiha got:”Loma di rojên felaketê de hewldanên kapîtalîst çêbûn. Hişmendiya serdest, baviksalarî û ya bi hezaran kes qetil kir di vê pêvajoyê de di bin kavilan de ma. Lê em ê jiyanê ji nû de ava bikin.”

Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî peyama mezinkirina piştevaniyê da û got ew li qadan bi erdhejzedeyan di nava piştevaniyê de ne û got li cihên erhejê dewlet tune bû. Her wiha Meralê da zanîn ku jin ne bi tenê ne û got ji bo hinek be jî em êşa erdhejzedeyan sivik bikin çi ji destên me bê em ê bikin.

Piştî daxuyaniyê jinan alavên pêdiviyê amade kirin û li kamyonetan bar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar