Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...
Cumartesi - 1 Mart 2025

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Jinên kurd ji bo tevahî jinan bûne jêderka azadiyê

Xezne Celal / JINNEWS |

Her çend ev roj di asta navneteweyî de di salên 1970’î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê weke rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800’î  tê. Di 8’ê Adara 1857’an de, li New Yorkê bi hezaran jinên karker ên tekstîlê, ji bo hin daxwazan çalakiya grevê lidar dixin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku di rojê de kar 8 saet be, şertên kar bên başkirin û ji bo karê wekhev heqdestên wekhev bên dayîn. Karmendan jî ji bo hevgirtina karkeran belav bikin, deriyên kargehên xwe girtin. Paşê jî bi rengekî bi guman şewat hat derxistin. Di wê şewatê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer bû sedema nerazîbûn û têkoşînek xurt a jinan. Her çendî jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900’î de dest pê dike. Roja Jinê ya Cîhanê roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857’an li ser pêşniyara Clara Zetkîn û têkoşîna jinan Neteweyên Yekbûyî roja 8’ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanê yên Kedkar pejirand.

Rojhilata Navîn a ku dergûşa mirovahiyê ye û warê jin-dayika xwedawand e, bi destên dewlet-netewan, hişmendiya kapîtalîzimê û mêrê serdest zivirî cihê kolekirina jin-dayikê û her ku çû qetilkirin, tecawiz û tunekirina zayenda jinê li van waran zêdetir kirin. Jin-dayika ku tu caran ji qadên têkoşînê gav paş de neavêtine û serê xwe ji koledariyê re netewandine. Di sedsala 19 û 21’emîn de jî li beranberî her cure tundî û desthiladariyê li ber xwe dan. Bi derketina tevgera kurd re, jinê kurd li hemû qadan bi awayekî hîn çalaktir li dijî her cure desthiladarî û zilmê têkoşîn dane destpêkirin. Bi pêşketina felsefeya azadiyê re jina kurd bi lidarxistina artêşa jinan xwedî li roja 8’ê Adarê derket û ev roj hîn bi awayekî xurtir kirin navneteweyî.

YAJK di xebata azadiya jinê de bû xwedî roleke mezin

Tevgera Azadiyê di 8’ê Adara 1995’an de Kongreya Jinê ya Neteweyî kom kir û di wê dîrokê de bi navê YAJK (Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistan) rêxistineke xweser ava kirin. YAJK’ê di xebata azadiya jinê de bû xwedî roleke mezin û di dema xwe de berpirsyariyeke dîrokî girt ser milê xwe. Rola jinên mîlîtan derxistin holê. Di heman demê de ji pêkanîn û şopandina vê yekê jî berpirsiyar bû. Her wiha Bîrdoziya Rizgariya Jinê di 8’ê Adara 1998’an de ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat îlankirin.

Jin, dijî û jiyanê bi rê ve dibe

Ev gava azadiyê ya kurdistanî gaveke dîrokî ye. Ji ber ku Bîrdoziya Rizgariya Jinê dihêle ku desthilatdariya mêrperestiyê êdî bê pirs, bê şerd û merc neyê pejirandin. Jin bizanibin ku ne mehkûmê vê pergalê ne. Bîrdoziya Rizgariya Jinê roleke girîng lîst û cihekî jê nevegerê jî qezenc kir. Jinek dikare bê ku pişta xwe bide mêrekî bi awayekî bedew û xweşik bijî. Cara yekemîn jin ji kûrahiya dilê xwe hîs kir ku li ser rûyê cîhanê ne tenê mêr dijîn. Ango ev rastî derket holê; Jin, dijî û jiyanê bi rê ve dibe.

Dewletên desthilatdar nedihiştin jin 8’ê Adarê pîroz bikin

Tevî ku Roja 8’ê Adarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek Roja Jinên Cîhanê hatiye îlankirin û jin di vê rojê de dikarin doza mafê xwe bikin û vê rojê pîroz bikin, lê dewletên desthilatdar rê nedidan ku jin vê rojê bi awayekî serbest pîroz bikin. Her çiqas jinên rojavayên Kurdistanê hewl didan ku vê rojê pîroz bikin her tim ji aliyê rejîma BAAS’ê ve dihatin hedefgiritin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re li rojavayê Kurdistanê jinan xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên jiyanê aborî, leşkerî, civakî, siyasî, çand, û diplomasiyê de cihê xwe girtin û mafê xwe bi dest xistin. Ji 2012’yan ve jinên Rojava bi awayekî azad Roja Jinên Cîhanê li rojavayê Kurdistanê bi cil û bergên gelêrî pîroz dikin.

8’ê Adarê heqîqeta jinên azad e

Piştî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji rejîma BAAS’ê û çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin êdî gelên van herêman pergala netewa demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewîne, ji xwe re esas girtin û di her milî de xwe bi rêxistin kirin. Piştî rizgarkirina van herêman êdî jinan cara yekemîn dizanibûn ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Jinên herî zêde ku di şoreşê de destkeftî bi dest xistine, jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne. Di 8’ê Adarê de jinan di qadên siyasî, civakî, kesayetî, xweparastin, exlaq, etîk û estetîkê de li dijî koledarî û mêtîngeriyê dîrok nivîsandin. Heqîqet tu carî xwe şaş nake, ne tê xapandin ne jî dixapîne. 8’ê Adarê jî heqîqeta jinên azad e.

Dewletên serdest her tim jin-civak-gel-xweza bi heman şêweyan dike kole

Heta ku beden û ruhê jinê nekeve bin destê desthilatdaran û dagirkeran, civak nayê dagirkirin. Hemû şêwazên desthilatdarî, kedxwarî û dagirkeriyê bi mêrê serdest re bi pêş dikeve. Ji ber vê jî azadiya jin, civak û gelan her tim bi hev ve girêdayî ye. Lewre jî serdest her tim jin-civak-gel-xwezayê bi heman şêweyan dike kole. Hêzên hegemonîk û DAIŞ’ê bi birdoziya baviksalarî û zayendperestî êrîşî jin û gelan kirin. Ji ber ku sedsala 21’an sedsala azadiya jin û civakê bû. Lewre desthilatdariyê bi awayekî vekirî êrîşî jin û gelan kir. Revandina jinên êzidî, êrîşên li ser Rojava, li Nijeryayê Boko Haram, li hemû cîhanê zêdebûna tecawiz û qetilkirina jinan êrîşên yekdest û yeknavendî ne.

Li dijî êrîşan jinan xwe bi rêxistin kirin

Hêzên demokratîk ên ku dixwazin rûmeta mirovahiyê biparêzin her dem li ber xwe dane û rûmeta mirovahiyê parastine. Wek tê zanîn li hemberî vê ya jî têkoşîna bi rêxistinkirî ya jinan heye. Îro li cîhanê li dijî berxwedan û destkeftiyên jinan êrîş tên kirin. Jin jî bi rêya xwe parastin û xwebirêxistinkirinê li hemberî van êrîşan xwe rizgar dikin. Tevgera Azadiyê ya jinan ji avabûna PKK’ê 1978’an û heta niha li hemberî hêzên mêtinger her dem şer kiriye. Îro jî baweriya jinan a ji bo jiyana azad ji her rojê zêdetir e.

Jin bûn xwedî artêş, partî û avakerên siyasetê

Jinên têkoşer, pêşeng û siyasetmedar di her demê de li dijî sîstema desthilatdar û hişmendiya baviksalarî têkoşîn û berxwedanê ji xwe re esas digirin. Jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê îlhama xwe ji têkoşîn û serkeftinên jinên cîhanê û tevgera azadiya kurd girtin. Di encama têkoşîna jinan de îro li bakur-rojhilatê Sûriyeyê jin bûne hêza sereke ya şoreşê. Li qadên azad jin bûn xwediyê partî, artêş û pêşengên siyaseta civaka demokratîk. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar