Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Jinên Minbicî tecrîd û CPT şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a ku bêdeng e, şermezar kir.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi dirûşma “Bi şoreşa jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin” xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de jinên bajêr, endamên saziyên taybet bi jinan û Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û li Çerxerêya Meseb a li naverasta bajêr vegerî mîtîngê. Di xwepêşandanê de welatiyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û helwesta CPT′ê şermezar kir, her wiha wêneyên Rêber Ocalan  û alên Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên”Ciwanên fedekarên rêbertî ne” hildin.

Li çerxerêyê hevseroka ciwanan a rêxistinên civaka sivîl de Şêrîn Ehmed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê li vir kom bûne ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar bikin. Lê tiştê divê em dîsa bi bîr bixin rêber Ocalan ji 24 salan ve bi komployeke navneteweyî hat dîlgirtin ku tê de dewletên kapîtalîst ji nav jî dewleta tirk, beşdar bûn.

Dewleta tirk Rêber Ocalan xiste girtîgeha Îmraliyê ku tê de mercên girtinê zehmet e û hemû cureyên zextan hene, di serî de tecrîd, qedexekirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re.

Rêber Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî bi parêzeran re got; ez dikarim dengê çekê di hefteyekê de qut bikim.

Dewleta tirk jî piştî wê tecrîd li dijî Rêber Ocalan girantir kir.

Tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan şermek li eniya rêxistinên îdiaya mirovî û parastina mirovan dikin û dûrî qanûn, hiqûq û mîsaqên navneteweyî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar