Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Jinên Rojhilat li dijî tundiya li ser jinan çalakî kirin

Çalakvanên mafê jinan û yên civaka sivîl li dijî tundiya li ser jinan, li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê mîtîngek lidar xistin û banga yekitî û têkoşînê li hemberî pergala dijî jinan kirin

Rêxistinên Mafê Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser malperên xwe yên fermî ragihandin ku çalakvanên mafê mirovan û yên civaka sivîl ku piraniya wan jin bûn li ber avahiya Dadgeha Sineyê kom bûn û mîtîngek lidar xistin.

Di destê çalakvanan de dowîzên ku li ser hatibûn nivîsandin ‘Ji Jinkujiyê re na’, ‘Êdî bese e’, ‘Êdî tu cihek ji jinan re ewle nîne’, ‘Bes e ji kuştina jinan a bi navê namûsê re’ û ‘Mafên min ên mirovî neyê nîqaşkirin’ hebû.

Her wiha dovîzên ku li ser hatibû nivîsandin ‘Em hemû Faîze ne’ û ‘Em dixwazin qetilkirina Faîze were zelalkirin’ bal kişand.

Faîze Melekî jina 22 salî ye ku roja yekşema borî li bajarê Sineyê ji aliyê bavê xwe ve hatibû şewitandin û ketibû rojeva civakê.

Li wir jinan daxuyaniyek dan û nerazîbûn nîşanî zêdebûna qetilkirina jinan li rojhilatê Kurdistan û Îranê dan û diyar kirin ku ew ji bê helwestiya rayedaran û bi taybetî dadgehan ku kujeran ceza nakin nerazî ne. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Wekheviya jin û zilam encax bi yekitî û têkoşîna mirovên azadîxwaz û wekhevîparêz a li dijî tevahiya rejîma îslamî û pergala sermayedariyê ya Îranê û pêkanîna serweriya pergala meclisê ya di nav civakê de dikare pêk bê.”

Mîtîng piştî daxuyaniyê bi dawî bû. SINE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar