Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Jinên Şamê tev li pêngava Kongreya Starê bûn

Jinên li Şamê ragihandin ku ew piştgirî didin hemleya Kongreya Starê ku bi dirûşma ‘Axa xwe û rûmeta xwe biparêze dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê bîne’ hatiye destpêkirin

Li Şamê jinan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêngava Kongre Star a bi dirûşma ‘Axa me û rûmeta xwe biparêze dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê bîne’ hatiye destpêkirin. Gelek jin beşdarî daxuyaniya ku li Kuçeya Zorava ya Şamê hat dayin, bûn.

Di daxuyaniya jinan de ev tişt hat gotin: “Doza azadiya jinan, ji dozên bingehîn in ku civakên me azaran ji dest dikişîne û hê jî li benda çareseriyê ye. Ji wê jî zêdetir pirsgirêkên nijadperestî di navbera her du zayendan de bi xwe re felca civakê tîne. Ji ber ku jin bingeha avakirina civaka azad û demokratîk e û bêyî wê civak nayê rizgarkirin.

Jinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest birêxistinkirina xwe di hemû aliyên jiyanê de kirine. Li dijî tevahî cureyên tundî yên ji hêla zihniyeta desthilatdarî û êlan ve li ser pêk dihatin ku ew xistibûn girtîgeha mirinê, li ber xwe dan. Lê belê divê jin di vê astê de nesekine. Divê berxwedan û vîna xwe heta temamkirina şoreşê zêde bike. Ji ber pir jin hene hê jî rastî tundiyê tên. Gelek jin jî li Efrînê di bin kevneşopî û binpêkirinên Tirkiye û çeteyan de ne.

Em jin, divê bi destekî li hember zihniyeta desthilatdariyê ku nijadperestiyê di nava her du zanyendan de xwedî dike, bisekinin. Her wiha divê asta fikrî û civakî pêş bixin. Li ser vê bingehê banga me ji tevahî jinan re ew e ku tev li hemleya ku Kongre Star daye destpêkiriye, bibin.” ŞAM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar