Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Jinên Sineyê banga boykokirina hilbijartinan kirin

Çalakvanên mafê mirovan ên bajarê Sineyê bang li her kesî kirin ji ber darvekirin û zilma rejîma Îranê hilbijartinên 12’emîn yên Parlamentoya Îranê boykot bikin.

Rejîma Îranê amadekariya hilbijartanên parlamentoyê dike. Ji ber zilm û zordariya rejîmê ya li ser gelan û bi taybetî jî parlamento jî xizmetê ji pêkanîn re dike. Çalakvanên jin ên parastina mafê jinan ên bajarê Sineyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hilbijartinên 12’emîn yên parlamentoya Îranê wê boykot bikin. Her wiha bang li giştî gelên Îranê kirin ku di 11’ê adarê de li malên xwe bimênin û hilbijartina bi vî awayî red bikin.

Di heman daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ guhertinek mezin di qada siyasî ya Îranê de çêkiriye. Ji bo wê em wek jinên çalakvanên Sine vê hilbijartinê qebûl nakin. Ji ber ku bingeha sîstema Îranê ji gelek kêmûkurtiyan pêk tê. Vê hilbijartina ku tenê sembolîk û seranseriye, em nas nakin.

Di roja hilbijartinê ya 1’ê Adarê de, bi dirûşma ‘Ji sindoqan û ji nîşandana sîstema dîktatoriyê re na’ emê li malên xwe bimînin û bi qêrin:

Ji darvekirinê re na

Ji girtinên ji ber cudahiya ramanên siyasî re na

Ji desthilatdariya îdeolojîk re na

Ji binpêkirina mafên mirovan re na

Ji cudahiya zayendî re na

Ji dûrxistina mamostayên xwendinê û zanîngehan re na

Ji çewisandina xwendevanan re na

Ji çewisandina karkeran re na

Em ê li malên xwe bimênin da ku nîşan bidin ku Tevgera Azadiya Jinê zindî û çalake.”

Hêjayî gotinêye ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî hilbijartinên 1’ê Adarê yên Îranê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew hilbijartin li dijî armanc û rêgezên “Jin, Jiyan Azadiyê” ne û bang li her kesî kir ku wan hilbijartinan boykot bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar