Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Jinên TJA’yî salek şûnde tehliye bûn

9 jinên TJA'yî yên ev saleke di girtîgehê de bûn di danişîna dawî de serbest hatin bedan. Jinên TJA’yî ji aliyê heval û parêzerên xwe ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji hêla faşîzma AKP-MHP’ê ve tên meşandin bi hezaran jin, siyasetmedar, rojnameger û hwd. doz li wan hatine vekirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin.

Danişîna ewil a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Figen Ekti, Mekiye Ormanci, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Amine Demir Çoban hatin tehliyekirin. Piştî ew birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê di saetên serê sibehê de hatin tehliyekirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP’ê Halide Turkoglu, parlamenterên koordînasyona jinan, Saliha Aydeniz, Ayten Kordu, Sumeyye Boz, Ceylan Akça, aktivîstên TJA, Parêzer Gulan Çagin Kaleli, heval û parêzerên jinên hatin berdan ew bi çepik û tîlîliyan pêşwazî kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar