Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.
Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan li ser rupela xwe ya fermî ya X’ê têkildarî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de ku hatî erêkirin, agahiyên nû belav kir. Emîr Reîsiyan ragihand ku liqa nehem ya Dadgeha Bilind a Îranê dubare darizandina Girtiya Siyasî Pexşan Ezîzî ya li girtîgeha Evînê tê girtin, red kir.
Parêzer Reîsiyan destnîşan kir ku jiyana Pexşan dibin metirsiya darvekirinê de ye û got: “Em ê li ser biryar û pêvajoya dadgehkirinê, nerazîbûn nîşan bidin ji ber ku xelete.”