Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Kampanya ‘Milyonek pirtûk milyonek zarok’ didome

Rêvebera Akademiya Ma Musîc Evîn Tiryakî û Hîndekara Akademiya Ma Musîc Esra Tayfun der barê kampanyaya ‘milyonek pirtûk milyonek zarok’ de axivîn û diyar kirin ku ji bo zarok bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe muzîkê fêr bibin kampanyayek wisa dane destpêkirin.

Akademiya Ma Musîc di rojên borî de ji bo perwerdehiya muzîkê ya zarokan pirtûka Repertuara Stranbêjiyê amade kir û niha ji bo ev pirtûk bigihêje hemû zarokan kampanya hat destpêkirin Akademiyê 11’ê Kanûnê de kampanya ‘Milyonek pirtûk milyonek zarok’ da destpêkirin. Çarçoveya kampanyayê de li ser çapemeniya civakî vîdeo hatin parvekirin. Di vîdeoyan de banga mezinkirina kampanyayê hat kirin.

Rêvebera Akademiya Ma Musîc Evîn Tiryakî û Hîndekara Akademiya Ma Musîc hunermend Esra Tayfun der barê kampanyayê de axivîn.

Evîn Tiryakî da zanîn ku ji bo zarok bi zimanê xwe mezin bibin bi zimanê xwe perwerdeya muzîkê bigirin ev kampanya dane destpêkirin. Evîn Tiryakî wiha anî ziman: “Ne tenêli Amedê em ê li her derê xebatên xwe bidin meşandin. Em tenê xwe digihînin hinek zarokan. Ji ber vê me ev pirtûk amade kir. Me xwest li her derê bigihêje zarokan. Polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe biaxivin. Me kampanya ‘milyonek pirtûk milyonek zarok’ da destpêkirin.”

Evîn Tiryakî got kampanya eleqeyek mezin dibîne û wiha dawî lê anî: “Kampanyaya me 2-3 hefte ye didome. Daxwaz zêde bûn û ev kampanyayek bû ku gelek bal kişand ser xwe. Vê kampanyayê di nava gel de eleqeyek mezin derxist. Hin zarok ji ber rewşa wan a aborî ne guncav e nikarin pirtûkan bikirin; Hin malbat zêde dikirin û dibêjin ‘Pirtûkekê ji me re bişînin û yên din jî belav bikin’. Niha em ji Amed, gundên derdorê û Ewropayê fermanan digirin. Ji bo zarokên li welat bi zimanê xwe biaxivin û fêrî zimanê xwe bibin û bi stranên bi zimanê xwe mezin bibin me dest bi vê kampanyayê kir. Hûn pirtûkan bixwazin, em ê ji we re bişînin. Hûn jî piştgiriyê bidin vê kampanyayê.”

Hîndekara Akademiya Ma Musîc û hunermend Esra Tayfun jî der barê armanca kampanyayê de wiha vegot: “Ji ber vê yekê me got ‘Mîlyonek pirtûk, mîlyonek zarok’. Niha 110 xwendekarên me hene. 50 ji wan zarok û 60 jî mezin in. Di binê pirtûkên me de ji bo her stranek kodek QR heye. Kesên bixwazin dikarin bi şopandina vê QR-kodê li stranan guhdarî bikin. Di pirtûkên me de naverok bi zimanên kurdî, dimilkî, soranî û lorî hene. Firotina pirtûkên me niha baş diçe; Hedefa me milyonek e. Ew dikarin bi rêya medyaya dîjîtal bigihîjin me. Em dikarin pirtûkê ji kesên dixwazin re bişînin, an jî yê ku bixwaze pirtûkê digire û li ser daliqandinê dihêle û em van pirtûkan belav dikin. Gelek kesên ku ji meraq û heyecanê pirtûkan ji me dikirin, ji bo ku li ser daliqandinê bihêlin yek jî dikirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar