Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira pêş dikeve

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) de dest bi ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’ kir. HDP’ê di vê çarçoveyê de li Enqereyê 53 malbat bi malbatên xwişk û biran re anîn gel hev û alîkariya xurekê da 150 malbatan. Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkun Parlak diyar kir ku ew bi rêxistinên 13 navçeyan re dixebitin û armanc dikin ku kampanyaya xwe mezintir bikin.

Parlak destnîşan kir ku malbatên ji neçarî koçî bajaran bûn, di şertên zor de jiyana xwe didomînin û wiha got: “Ev malbat berî şewbê jî di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin û bi pereyên rojane qezenc dikirin debara xwe dikirin. Niha bi şewbê re, gelek welatî ji kar hatin derxistin û gelek kes bê kar mane. Em bi navbeynkariya komîsyona xwe ya tesptkirinê, pêdiviyên weke xurek, tenduristî, paqijî û dezenfektanê yên bingehîn digihînin malbatên ku hewcehiya wan hene.”

Herî dawî jî Parlak ev tişt destnîşan kir: “Em hewl didin xwe bigihînin hemû malbatên ku hewcehiya wan bi alîkariyê heye. Em dixwazin pêdiviyên kesên xizan pêşwazî bikin. Malbatên ku pêdiviyên wan heyî divê teqez xwe bigihînin me. Em ê li gorî derfetên xwe, alîkariyê bidin wan. Bi şewbê re tirsê hatiye avakirin. Rewşekê ku mirov tenê xwe bifikirin hatiye pêşxistin. Lê em dikarin li dijî van polîtîkayan yekitî û piştevaniya xwe ava bikin. Yên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyaya me, divê demildest xwe bigihînin me. Ji ber ku malbatên wan ên xwişk û bira li benda wan in.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar