Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ hat destpêkirin

Meclisa Jinan a HDP’ê, bi tevlêbûna berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Başaran û parlementerên HDP’ê, Meclisa Jinan a HDK’ê, Meclisa Jinan a KCD’ê, Komîsyona Jinan a DBP’ê, Rizgariya Jinan, SKM, Jinên SODAP’î, Meclisa Jinan a SYKP’ê, TJA û Jinên Çepgir li Parka Kûgûlû ya Enqereyê dest bi kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kir.

Daxuyaniya kampanyayê ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tifaqa AKP û MHP’ê vê pêvajoya pandemiyê ji xwe re kir firsend, bi destê qeyûman darbe li îradeya gel kiriye. Ji xeynî desteserkirina îradeya gelê kurd, êrîş biriye ser çand û zimanê gelê kurd jî. Êrîşî pergala me ya hevserokatiyê kirine û hewl dane destkeftiyên me desteser bikin. Herî dawî parlementeriya 3 parlementeran hatiye xistin. Parlementera me Leyla Guven a ku parlementeriya wê hatiye xistin jiyana xwe daye ser rêya têkoşîna azadiya gelê kurd.

Rewşa ‘normal’ a AKP û MHP’ê dijminatiya jinan e. Jin wê ji kolanan xwe venekişînin. Em jin mîrateya xwe ya têkoşînê ji Rosa, Clara, Sara, Berxwedana Geziyê û jinên azadîxwaz ên 8’ê Adarê werdigirin. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Heke li dijî destkeftiyên jinan êrîşek hebe, wê li hemberî vî tiştî berxwedan û têkoşîna jinan jî hebe. Li hemberî serweriya mêran em dest bi kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ dikin. Dê ev kampanya mehekê bidome.

Meclisa Jinan HDP’ê li dijî qeyûm, îstîmar, qanûna înfazê, tundiya li ser jinan, li meclisê, li kolanan, li qadan, li malan û atolyeyan em ê li ber xwe bidin û tev li nav çalakiyan bibin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar