Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...
Perşembe - 6 Mart 2025

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Karasû: Ev ne dawî ye destpêk e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku PKK wê kongreya xwe lidar bixe û divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê û wiha got: “Divê bi awayekî rêxistinkirî têkoşîna demokrasiyê bimeşînin. Ji ber vê yekê ev ne dawî ye, destpêkek e. Qonaxeke nû ya têkoşînê ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernayeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û li ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, kongreya PKK’ê û geşedanên dawî nirxandinên girîng kir. Nirxandinên Mûstafa Karasû wiha ye:

“Destpêkê ez Meha Remezanê ya bimbarek li hemû cîhana Îslamê pîroz dikim û hêvî dikim ku bibe wesîleya başiyê. Her wiha dixwazim hevrêya me Sevîm Bellîyê jî bi bîr bînim ku salvegera şehadeta wê ye. Sevîm Bellî, yek ji kadroyên pêşeng ên têkoşîna sosyalîst e. Helbet di têkoşîna sosyalîst de, pêşenbûna jinekê gelekî girîng e. Rewşeke girîng e. Keda Sevîm Bellîyê jî ya ji bo vê têkoşînê gelek e. Hem di nava xebatên birêxistinbûnê de cih girt, hem di nava têkoşîna siyasî de û hem jî bi wergerandina gelek lîteratûr û pirtûkên sosyalîst, ji sosyalîzmê re xizmeteke mezin kiriye. Û heta nefesa xwe ya dawîn bi rastî jî bi hest û fikrên sosyalîst jiyaye, bêyî dudilî têkoşiya, li hemberî zextan serê xwe netewandiye û weke pêşengeke jin têkoşîna xwe da meşandin. Ez wê bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Bi saya têkoşîna wê, dê têkoşîna azadiya jinan zindî bimîne.

Jixwe Tevgera me ya Azadiya Jinan ji bo Sevîm Bellîyê daxuyaniyeke bîranînê da. Bi rastî jî bibîranîna sosyalîstên wiha yên hêja û zindîkirina têkoşîna wan ya li hemû qadên jiyanê tiştekî gelekî girîng e. Bi feraseta rast a sosyalîst, têkoşîna rast û xwedîderketina van nirxan em dikarin van nirxan zindî bigirin. Ji ber vê yekê helbet divê hemû sosyalîst li Sevîm Bellîyê xwedî derkevin. Bi taybetî jî divê tevgera jinan û jinên sosyalîst têkoşîna Sevîm Bellîyê di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin û dê bigirin jî. Sosyalîsteke wiha, rûyê sosyalîzma Tirkiyeyê yê hêja û ronî ye. Em jî dê hemû deman wê bi bîr bînin.

Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê gelekî watedar û girîng e. Jixwe hem hebûna her sê hevalên li ba wan dimîne, hem hebûna du parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, çûna hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û hebûna Ahmet Turk, Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de keda wan gelek e, gelekî watedar bû. Jixwe Sirri Sureyya Onder, Ahmet Turk û Pervîn Bûldan weke heyetê gelek hevdîtin pêk anîn. Hatin Başûr û li gel partiyên Başûr hevdîtin pêk anîn. Ji vî aliyî ve keda wan gelek e. Ev bang, weke ku Pervîn Bûldanê jî anî ziman bi keda mezin a Rêber Apo pêk hat. Bêguman ev daxuyanî û rojev têkildarî pirsgirêka Kurd e. Têkildarî têkoşîna gelê Kurd a sed salî ye. Têkildarî têkoşîna PKK’ê ya ji 50 salî zêdetir e. Daxuyanî û pêvajoyeke têkildarî van yekan in. Ji ber vê yekê em hemû şehîdên vê têkoşînê bi rêz û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Ev daxuyanî hinekê jî encama ked û têkoşîna wan e. Helbet dê aştî pêk were. Ev aştî di heman demê de ji bîranînên leşker û polîsên ku li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane re dibe bersivek. Jiyana wan jî bi vî awayî wateyekê distîne. Watedarkirina rast bi aştiyeke bi vî rengî pêkan e. Bêguman di vê têkoşînê de rola hêzên demokrasiyê û hêzên berxwedana demokratîk ên li Tirkiyeyê jî heye. Têkoşîna wan jî, di warê pêşketina demokratîkbûyîn û hişmendiya demokratîk de xwedî ked e.

Ji ber vê yekê, ev pêvajoya ku bi banga Rêbertî dest pê kiriye, ev nêzîkatî, ev projeya aştî û civaka demokratîk encama têkoşîneke mezin e. Her wiha di du salên dawîn de li seranserê cîhanê ji bo azadiya Rmbertî pêngavek hate lidarxistin. Di kirina bangeke wiha û pêvajoya heyî de keda wan jî gelek e. Tecrîd ji aliyekî ve hate şikandin. Helbet ji bo ku bi temamî rabe, divê rewşeke cudatir pêş bikeve.

Lê belê pêvajoya îroyîn, hevdîtina li gel Rêbertî, banga Rêbertî ya ji bo raya giştî a cîhanê daxuyaniya bidîmen hatiye dayîn lê dîmen nehatine dayîn, bi tenê wêneyek hate dayîn, helbet dîtina Rêbertî ya di wêneyekî wiha de jî, xwendina Rêbertî ya belgeyeke bi vî rengî ya li Îmraliyê jî hêz û moreleke mezin da me. Hêz û moraleke mezin da gelê me jî. Ji ber vê yekê ev daxuyanî bi rastî jî pir pir girîng e. Jixwe Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de weke “Manîfestoya 100 salî” bi nav kir.

Bi rastî jî dema ku her hevokeke wê manîfestoyê baş tê nirxandin nêrînek, felsefeyek, têgihiştineke siyasî û polîtîk derdikeve pêş. Mirov dikare bi rêya wê manîfestoyê bîbîne ku çawa li nêzî bûyeran dibe. Dibe ku kurt be lê belê her hevokeke wê nêrînekê, perspektîfekê, felsefeyekê û nêrîneke siyasî derdixe pêş.

Ji ber vê yekê gelekî hêja ye. Bi rastî jî em kelecan bûn û gelê me jî kelecan bû. Bêguman di dema dayîna daxuyaniyê de tiştên weke kûrbûn û giraniyên diyar çêbûn. Di rastiyê de ev yek hem ji ber giraniya daxuyaniyekê û hem jî ji ber ku bi rastî jî îfadekirina manîfestoyeke 100 salî û kûrbûneke mezin rû dan. Her wiha pêvajoyeke fêmkirina ya weke; “Bang hate kirin, bangeke gelekî girîng e; dê ev yek çawa pêk were, dê kûrbûna wê çawa pêk were û berpirsiyarî çi ne?” heye.

PKK ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Gelê Kurd bi salan bi deh salan got; “PKK gel, gel li vir e.” PKK ji bo gelê Kurd ne tenê partiyeke siyasî ye. Yanî ji partiyên din ên li cîhanê cudatir e. Jiyan, çand û hebûna gelê Kurd e. Ruh daye gelê Kurd, bawerî dayê û gelek tişt lê zêde kiriye. Ji ber vê yekê fesihkirina wê bû sedema hestiyarbûnekê. Lê belê ev yek heye helbet; PKK dê veguhere. Yanî di nava veguherînekê de ye. Bi awayekî nû dikeve nava têkoşîna siyasî. Yan jî bi nêzîkatiyeke nû rê dide têkoşîna siyasî û dîrokê û dê di dîrokê de bandorê wê pir be. Ji ber vê yekê tiştekî weke; “PKK hate fesihkirin, paşeroja wê, afirandinên wê û çanda ku afirandî ji holê rabû” tine ye. PKK bi têkoşîna xwe ya 50 salî gelek tişt li vî gelî da zêdekirin. Bandoreke wê dê sedsalan berdewam bike. Divê ev yek wiha were zanîn.

Ji ber vê yekê helbet, dibe ku gotina fesihkirina partiyeke wiha di nava civakê de rê li ber dilşikestinekê vekiribe. Lê belê helbet gelê me ji partiya xwe jî û ji Rêbertiya xwe jî bawer dike. Yanî dibînin ku ev bang û nêzîkatiya Rêbertî wê di çarçoveya berjewendiyên gel de bin û heman tişt ji bo gelên din jî derbasdar e. Yanî dê destkeftî û nirxên mezintir bi dest bixe. Ji ber vê yekê gel wiha nêzîk bûye. Nêzkatiya gelê me jî weke ya me ye. Nêzîkatiya gelê me jî weke ya Rêbertî û partiya me ye û dê wisa jî be.

Ji ber vê yekê helbet ev daxuyanî, daxuyaniyeke dîrokî ye. Dagerek e û xaleke gelekî girîng e. Yanî mîladek e. Têkildarî bingeha demokratîkbûyîn û veguherîna Tirkiye û Rojhilata Navîn xaleke gelekî girîng e. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Bi vê boneyê em banga Rêbertî bi rêzdarî silav dikin. Her wiha em Rêbertiya xwe jî, ji ber têkoşîn aniye merhaleyeke wisa, ev pêşketin û veguherîn pêk anîye û pêşiya vê veguherînê vekiriye jî bi rêz û minetdarî silav dikin. Helbet em ê egerên vê keda Rêbertî bi cih bînin. Em ê bersiva vê kedê bidin. Hemû deman hewl daye ku bersiva keda Rêbertî bidin. Em tevgereke bi vî rengî ne. Dibe ku kêmasiyên me çêbibin. Lê belê hemû caran girêdayî polîtîkaya îdeolojîk ya Rêbertî, me hewl daye ku ji keda wî re bibin bersiv. Ji niha û pê ve jî em ê wisa tev bigerin.

Di rastiyê de ev bang tê wateya pêngava ku li Tirkiyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji aliyê ti serok, tevgerên siyasî û hêzan ve nekariye were avêtin. Ev nêzîkatî ne tenê dê pirsgirêkên gelê Kurd, di heman demê de dê pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî çareser bike. Heta dê di pêşketina zêdetir ya tevgerên demokrasiyê yên li seranserê cîhanê de jî roleke mezin bilîze. Divê ev bang û pêngav wiha werin fêmkirin. Divê qîmeteke mezin pê were dayîn. Nêzîkatiyên hêsan, jirêzê û propogandatîf hem bêrêzî ne û hem jî neheqî ne.

Bi vê bangê re bêguman armanc veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê. Guherîna demokratîk tê wateya pêşîvekirina li demokrasiyê, pêşîvekirina li rê, gaveke ji encamên gelekî girîng e, daxuyaniyeke bi vî rengî ye. Encamên vê daxuyaniyê, vê hewldanê wê gelekî girîng û mezin bin. Mîna vekirina devê bendavekê, mîna lehiyeke bi coş a mezin wê guherîn û veguherîna demokratîkbûnê pêk bîne. Têkoşîna demokrasiyê wê bi pêş ve bibe. Ji bo têkoşîna sed salî ya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, sosyalîst û kedkaran ên li Tirkiyeyê hîn bi wate bibe, şênber bibe û veguhere destketiyên şênber wê pêşî li rê veke. Divê her kes vê yekê bi vî rengî zanibe.

Demokratîkbûn gotineke ji rêzê nîne. Xwegihandina demokrasiyê, veguherîna demokratîk, pêşîvekirina vê yekê rewşeke welê ye ku encamên xwe gelekî cidî ne. Yên ku erzan nêzîk dibin, yên ku demokrasiyê, veguherîna demokratîk fêhm nakin, yên ku encamên demokrasiyê, encamên veguherîna demokratîk tênagihêjin, bi rengekî cuda nêzîk dibin. Bêguman dibe ku ji desthilatdarî, ji rêveberiya heyî hin fikar bêne kirin. Ji ber pratîkên wan ên berê ev yek dikare bê kirin. Tiştek ji vê re nayê gotin. Lê belê ev gav yanî bidawîkirina têkoşîna çekdarî, meşandina têkoşînê bi saziyên demokratîk û feraseta demokratîk wê hemû fikaran ji holê rake. Dibe ku astengî derkevin pêşiya me, lê belê daxuyanî û manîfestoyeke bi vî rengî heye ku wan astengiyan ji holê radike. Ev yek gava wê yekê ye. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

Bêguman li Tirkiyeyê nêzîkatiyên kêm hene. Yanî tu dibêje aştî, dibêje demokrasî lê hinek hene weke ku dixwazin ku şer dewam bike. Ji vê daxuyaniyê aciz dibin. Dema ku şer diqewimî hinekan radihiştin darikekî, bi darik nizanim çi dikirin. Yanî her kes bûbû dîroknasekî şer, bûbû pisporekî şer. Ji wê qezenc bi dest dixist, nan dixwar. Berê di salên 1990’î de hinek hebûn ku tenê bi çêrên li dijî PKK’ê xwe xwedî dikirin. Derdorên bi vî rengî bêguman wê nexwazin, aciz dibin.

Lê belê bi taybetî di nava hin derdorên Kurd de nirxandinên bi vî rengî têne kirin, ‘Di vir de statuyeke Kurdan nîne, nêzîkatiyên mînîmalîst hene’. Ev jî ew mirov in ku asoyê wan teng e, dînamîkên têkoşînê fêhm nakin, dînamîzma têkoşînê, bingeha wê ya dîrokî tênagihêjin, encamên têkoşîna demokrasiyê û demokratîkbûnê nabînin. Eger ev têkoşîna demokrasiyê û demokratîkbûnê bi pêş ve biçe -ku ji ber xwe ve wê bi pêş ve neçe- lê belê ev gav, ev daxuyanî wê têkoşîna demokratîkbûnê hîn ferz bike. Her kes qala demokrasiyê dike, ne welê? Hemû siyasetmedarên li Tirkiyeyê…

Lewma piştî daxuyaniyeke bi vî rengî, di çarçoveya vê daxuyaniyê de wê kes nikaribe bi hêsanî li pêşiya têkoşîna demokrasiyê bibe asteng. Têkildarî pirsgirêka Kurd ji xwe ev nîqaş hemû bê wate ne. Yanî ev tiştekî cuda ye. Tevgera me, Rêber Apo ji xwe salên dûr û dirêj li dijî çareseriya dewletperest e. Çareseriya dewletparêz naxwaze. Qala çareseriya dewletparêziyê nake. Nabêje dewlet, nabêje federasyon. Yan jî xweseriya îdarî ya ku desthilatdariyê ji xwe re dike armanc. Rêbertî wan jî guncaw nabîne. Wan jî weke çareseriya dewletparêziyê, yan jî ji cûreyên çareseriya dewletparêziyê dinirxîne. Li şûna wê çareseriya di nava demokrasiyê de, çareseriya demokratîkbûnê dixwaze. Çareseriya demokratîkbûnê çareseriya herî rast e. Çareseriya di nava demokrasiyê de. Eger demokratîkbûn pêk were wê çi bibe? Wê çareseriyê wê bi pêş bikevin. Yanî pirsgirêka Kurd wê li gorî demokratîkbûnê çareser bibe.

Demokratîkbûn tê wateya demokrasiyê, tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, hemû pirsgirêkan. Çareseriyên dmokratîkbûnê mînîmalîst, maksîmalîst nînin. Rast nîne ku çareseriya demokratîkbûnê di çarçoveya mînîmalîst an jî maksîmalîst de bêne nirxandin. Çareseriya herî baş e, çareseriya herî rast e. Ew çareserî ye ku her gel, her civak, her cihêrengî bi nirxên xwe bi rengekî azad û demokratîk bijî. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje, ‘Her civak divê rêxistiniya xwe, azadiya xwe, demokrasiya xwe ava bike, bijî’. Daxuyanî tê wê wateyê.

Sedsala nû divê bibe sedsala demokratîkbûnê, komara demokratîk. Lewma nîqaşên bi vî rengî… Yanî ji berê ve hinek her tim bûne dijberê PKK’ê. Çend caran gotin, ‘PKK’ê filan tişt kir’. Di sala 1999’an de hinek ji nava me reviyan; wan jî heman tişt gotibûn. Çûn, piştî çend mehan êdî kesî qala wan jî nekirin. Dest ji her tiştî berdan. Lewma divê gelê me, her kes vê yekê bibîne. Bi vê gavê, bi vê veguherînê re pirsgirêka Kurd wê bi rengê herî baş bê çareserkirin. Wê bi rengê herî rast bê çareseerkirin. Divê ev yek bê dîtin. Ji bo vê jî divê têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna demokratîkbûnê bi xurtî, bi têgihiştî û rêxistinî bê meşandin. Beriya her tiştî divê nêzîkatiyeke bi vî rengî li pêvajoyê bê kirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe. Ev dewlet wê çi bide, çi da? Vê gavê çi da, çi neda, ev ne gaveke bi vî rengî ye. Lê belê demokratîkbûn bi xwe, nebûna astengî li pêşiya pêvajoya demokratîkbûnê bi tena serê xwe sozek, peymaneke gelekî girîng e. Lewma pêvajoyeke demokratîkbûnê, pêvajoya veguherîna demokratîk heye.

Bi rastî ev ji her peyman û her muzakereyê encamên hêjatir derdixe holê û encamên mayînde, ewledar bi xwe re tîne. Divê bi vî awayî were fêmkirin. Di vî warî de, li gel vê projeya ku Rêbertî bi daxuyaniya xwe derxistiye holê, bi projeya Aştî û Civaka Demokratîk re pêwîste zêdetir têkoşînê bimeşînin, pê bawer bibe û di vê çarçoveyê de têkoşînê geş bike.

Ya din ne nêzîkatiyeke rast e. Divê ev bê meşandin. Lê li ser kîjan bingehê? Em ê vê têkoşînê li ser bingeha zanist û hişmendiya ku bi têkoşîna 50 salan ve hatiye afirandin û encamên ku derxistiye, bimeşînin. Çawa ku me heta niha bi vê têkoşînê nirxên girîng afirandin, vê carê jî rastiya gel a ku di têkoşîna 50 salan de hatiye afirandin heye. Hişmendiyek, zihniyetek, têgihiştinek, paradîgmayek heye.

Paradîgmaya Rêbertiyê ya niha wê cîhanê biguherîne. Ji bo mirovahiyê tekane çareserî ye. Ji bo Kurdan, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tekane çareserî ye. Dema ku em vê têkoşînê bi paradîgmayek wisa bimeşînin, dema ku em li ser esasê vê paradîgmayê rast xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin wê encamên mezin derkevin holê. Divê bi vî awayî lê bê nêrîn. Heke em bi rengê “Çi hat fêmkirin, çi hat dayîn, çi hat wergirtin?” nêzîk bibin, ew ê li hemberî vê têkoşîn û vê daxuyaniyê neheqî be.

Em vê yekê careke din bînin ziman. Rêber Apo bi vê pêngavê, ango bi vê projeya Aştî û Civaka Demokratîk re rê li ber daneheva demokratîk a heta niha pêk hatiye vedike. Firsenda bandorbûnê didê. Divê vê yekê hem ji aliyê têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd ve û hem jî ji aliyê têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê ve encamên ku derxistiye holê bigirin dest. Ev 30 an 40 sal berê nedibû. Ji ber ku 40 sal berê danhev û hişmendî tinebû. Têkoşîna ku beriya 40 salan Tirkiye neçarî vê astê bike, ti encamek jê dernakeve. Bi têkoşîneke mezin gihişte vê nuqteyê. Di vî warî de ji bo Kurdan çi bi dest xistiye em bihejmêrên bê hejmar e. Ji bo Rojhilat, Rojava, Bakur, gelên Tirkiyeyê, jinên Kurdistanê, jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê çi qezenc kir? Bi rastî nîqaşa “PKK’ê çi da qezenckirin?” ne rast e. Em vê bi vî awayî bibînin.

PKK’ê nirxên ku di dîroka Kurd û Kurdistanê û dîroka Rojhilata Navîn de ti hêzeke siyasî neafirandiye ava kiriye. Ne tenê nirx afirandiye, di heman demê de hiştiye gelek hêzên siyasî li ser piyan bimînin. Niha ev der ne cihê ku mirov van tiştan bîne ziman. Kî pirsa “PKK’ê çi bi dest xist, ji têkoşîna xwe çi encam girt?” jirêzêbûna xwe nîşan dide. Em dikarin her bersivê bidin kesên ku tiştên wiha dibêjin. Em ê devê kesên ku tiştên wiha dibêjin bigrin. Ez niha naxwazim li vir ez behsa wan bikim. Divê her kes rast nêzîkî vê pêvajoyê bibe. Divê heqê wê bidê. Jixwe gelê me wê bide. Rêber Apo 50 sal derbas bûn heta niha tş carî gel bêhêvî nekiriye. PKK ti carî bêhêvî nekir. Ji bo vê jî ev gel 50 sal in di bin pêşengiya PKK’ê de têdikoşe û xwedî li Rêbertiya xwe derdikeve.

Di vî warî de divê her kes rast nêz bibe. Dixwazim ji hêzên demokrat, şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê re jî tiştekî bibêjim. Divê ew jî piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Rêbertî got, “Ez van gavan weke pêwîstiya sosyalîstiyê diavêjim.” Ji bo sosyalîstbûn nêzîkatiyeke wiha hewce dike. Di vî warî de, “Rêberî çawa projeyek wiha derxist?” Ger bê gotin, divê her kes bizanibe ku; Yê ku Rêbertî gihandiye vê astê, kesayeta sosyalîst a Rêber Apo ye. Divê ev jî ji aliyê her kesî ve were zanîn.

Em dixwazin Tirkiyeyê veguherînin. Ew aşkere ye. Helbet ji bo veguhertina Tirkiyeyê divê em xwe di hinek aliyan de biguherînin. Yanî, eger li Tirkiyeyê di guhertin û veguhertinê de kêmasî hebin, divê em pirsgirêkê di xwe de jî bibînin. Nêzîkatiya ku her tiştî dixe sitûyê desthilat û dewletê jî ne rast e. Ez ji bo hemû tevgerên şoreşger vê dibêjim. Ez ji bo me jî vê dibêjim. Ger li derekê kêmasî yan nebesî hebe, divê em di xwe de bibînin.

Divê mijarê de pêvajoya me ya veguhertina digihêje demên berê. Bi taybetî piştî belavbûna sosyalîzma reel e, Rêber Apo hewl da ku xwe ji feraseta sosyalîst a heta niha yan jî zîhniyeta sosyalîzma reel û bandorên wê xwe dûr bigire. Lê ev ne bi awayê terikandina sosyalîzmê ye ku yên din kirine. Di salên 90’î de dema ku di gelek partiyên sosyalîst de “belabûna sosyalîst” hebû, Rêbertî got, “Îsrara di sosyalîzmê de israra mirovbûnê ye.” Rêbertî hîna jî wê xetê dişopîne. Rêbertî hê jî hewl dide sosyalîzmê bi awayekî herî baş, herî tekûz û rast temsîl bike. Divê ev yek bi vî awayî were dîtin.

Di kongreya 5’an de ez û hevalê Abbas weke komîteya amadekar ji qada Rêbertiyê hatin welat. Rêbertî jî li qada Rêbertî bi me re axivî. Me 4-5 pirtûk jî amade kir. Pirtûk analîz bûn û li ser veguherîna PKK’ê bûn. Veguherîn di warê bîrdozî, siyasî, rêxistinî, şêwazê çalakiyê û şêwazê têkoşînê de nîşan da. Kongreya 5’an kongreya veguherînê bû. Di Rapora Siyasî ya ku pêşkêşî Kongreya 5’an hat kirin de hat destnîşankirin ku divê PKK ji bandorên sosyalîzma reel xwe rizgar bike û bigihêje têgihiştina rast a sosyalîst, sosyalîzma demokratîk û ev zihniyeta wê, feraseta wê ya siyasî, feraseta wê ya îdeolojîk û têgihiştina rêxistinbûnê îfade dike.

Em hatin, di kongreyê de bi vî awayî nîqaş hatin kirin. Helbet di wê demê de em ne di wê kûrahiya ku Rêbertî fêm bikin û rave bikin de bûn. Me hin guhertin kirin lê bi temamî nebûn. Li aliyê din ne tenê bi me ve girêdayî bû, tasfiyekirin, nêzîkatiya provokator a tasfiyekariyê, nêzîkatiya Şemdîn Sakik provokasyonek bû ku di wê pêvajoyê de veguherîna me asteng kir. Bi wî re mijûl bûn. Bi rastî yek ji bandora sereke ya ku rê li ber veguherîna tevgerê girt, ev ferzkirina tasfiyekariyê bû.

Piştre di sala 2000’an de piştî dîlgirtina Rêbertiyê, Rêbertî careke din projeya rêxistinkirinê danî pêşiya me. Me di kongreya 7’an de nîqaş kir û hin biryar girtin. Lê pişt re Rêbertî projeyek girîng derxist pêş. Wê demê projeya “Kongra Gel” bû. Û wê demê di Kongra Gel de rakirina PKK’ê pêk hat. PKK veguheriye komeke îdeolojîk.

Rêbertî PKK’ê weke “Komîteya zanist û hunerê ya nava Partiyê” pênase kir. Komîteya zanist û hunerê heta wê rojê wê rola îdeolojîk a PKK’ê bilîsta. Lê tasfiyekariya di sala 2004’an de ev projeya Rêbertiyê ne wekî “têkoşîna bi bandor, derbaskirina xitimandinê” lê wekî “revîna ji têkoşînê, têkoşîna kêm” şîrove kir. Vê rewşê helbet Rêbertî neçar kir ku avakirina PKK’ê careke din bixe rojevê. Tasfiyeya Ferhat û Botan a di sala 2003’yan de jî provokasyoneke guhertin, veguhertin û veguhertina demokratîk bû. Divê bi vî rengî were nirxandin.

Rêbertî her tim ji bo me biguherîne û veguherîne; dixwest ku wê bike têgihiştinek nû ya rêxistinî û têgihiştinek nû ya çalakiyê. Lê provokasyonên hundir û derve rê li ber vê girtin. Ji aliyê din ve Rêbertî vê yekê jî dibêje: Kuştina Ozal û provokasyonên din ên di nava dewletê de, bi rastî jî bûn sedem ku rê li ber veguherînek bi vî rengî bigire. Bi gotineke din, Rêbertî xwest ku veguherîna PKK’ê pêk bîne. Dixwest ku ji bo vê yekê bike. Rêbertî xwe ji civakbûnî, civak û sosyalîzmê berpirsyar dît. Dixwest ku vê yekê di rêya rast de bimeşîne. Di vî warî de xwest ku sosyalîzma demokratîk bikeve ser rêya rast. Lê wek min got, ev provokasyon ji ber destwerdanên dewleta Tirk ên ji derve û ji têgihîştina me pêk nehat.

Bê guman, faktorên din jî hene. Lewma lêgerîna herî dawî ya çareseriya demokratîk piştî sala 2008’an bû. Ya rast li wir jî ev lêgerîn hebû. Ji bo veguherîna PKK’ê û veguherîna şêwazeke cuda ya têkoşînê û têgihiştina rêxistinbûnê hewl hatin kirin. Lê belê tecrîda giran a li ser Rêbertiyê ku di 5’ê Nîsana 2015’an de dest pê kir û redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, pêvajoyê sabote kir.

Niha bi vê pêngava Rêbertî re em dixwazin vê veguherîna demokratîk pêk bînin. Ji bo ku vê bi awayekî rast, herî baş pêk bînin bigihêjin hişmendiyeke sosyalîst a demokratîk û hişmendiya rast a sosyalîst a demokratîk temsîl bikin, em dixwazin xwe veguherînin. Li vir banga Rêbertî ji bo me jî banga veguherîna demokratîk. Tiştên ku me salên borî û dehsalên derbasbûyî de nekirin, ev bang ji bo vê carê bê pêkanîn hate kirin.

Di vê mijarê de di destên me de belge jî hene. Parêznameyên Rêbertiyê hene. Parêznameya dawî Şaristaniya Demokratîk, Çareseriya Demokratîk a li Kurdistanê heye. Jixwe ev perspektîfên afirandina veguherîna demokratîk, veguherandina zîhniyeta me bûn. Bingeha vê yekê heye. Em bi salane analîzên Rêbertiyê dixwînin. Di vê mijarê de nêzîkatiyeke heye, lê helbet têr nekir û kêm ma. Em vê carê dixwazin vê kêmasiyê, vê nebesiyê derbas bikin. Ev ê me hîn bi bandortir û xurtir bike. Em ê bi vê veguherîna demokratîk qels nebin. Em ê nehelin.

Ev veguherîna demokratîk wê hem ji aliyê PKK’ê ve û hem jî ji aliyê gelê me ve bê kirin. Hemû saziyên têkoşîna azadiyê wê vê bikin. Ev ê têkoşîna me bi bandortir bike, qels neke. Divê bi vî rengî jî were dîtin.

Di vî warî de em ji veguherîna demokratîk natirsin. Di vî warî de ti fikarên me nînin. Belê, PKK wê bê fesihkirin, lê ev fesihbûn ne tenê fesihbûn e; dê veguherînek demokratîk pêk were. Ev guhertin wê me bihêztir bike. Di vî warî de veguherîna demokratîk divê bi vî rengî were fêhmkirin.

Daxuyaniya PKK’ê di esasê xwe de dide xuyakirin ku em ê bersivê bidin daxuyaniya Rêbertî û qebûlkirina wê nîşan dide. Yanî armanc û mexseda sereke ya vê daxuyaniyê ev e. Bi rastî jî nîqaşên wiha hebûn;” PKK wê guh bide wan an na?” PKK wê bi cih bîne. PKK tevgereke Rêbertî ye. Rêbertî hem polîtîka û hem jî îdeolojiya PKK’ê ji roja ava bûye ve diyar kiriye. Rêbertî bê ev tevger wê çi bike û çi dike diyar dike. Ti kes ji me nikare vê tevgerê bi giştî temsîl bike. Em nikarin vê têkoşînê temsîl bikin. Lê belê Rêbertî îfadeya rastiya vê têkoşînê bi giştî temsîl dike ye. Di vî warî de haya me ji vê heye. Her tim ev nêzîkatiya me hebû. Em bûn temaşekar û şopdar û şopdarên Rêbertiyê. Îro jî em temaşekar û şopdarên Rêbertiyê ne. Em ê veguherîna Rêbertiyê, fesihkirina PKK’ê û bidawîbûna şerê çekdarî pêk bînin. Di vê mijarê de divê ti kes nekeve nava dudiliyê. Bi vê yekê re helbet divê dewlet û desthilat bêyî xwe li pişt hincetan veşêre û hincetan nede pêş, ji bo demokratîkbûnê çi pêwîst bike, divê bike.

Di vî alî de êdî hikûmet, desthilat û tikes nikare hincetan peyda bike. Di vî warî de helbet ji bo vê jî perspektîfa Rêbertî pêwîst e. Em bibêjin nameya Rêbertî nameyek bû û bangek kurt bû. Em li bendê ne ku Rêbertî vê bangê veke, çima pêwîstiya tasfiyeyê heye bi berfirehî rave bike, çima divê dest ji têkoşîna çekdarî bê berdan û ji bo ku em karibin biryarên rast û zelal bidin, bi awayekî beşdar bibin. Ji bo vê jî bêguman divê şert û mercên xebatê yên azad ên Rêbertiyê pêk bên. Pêwîst e Rêbertî bi gelek kesan re hevdîtinê bike.

Ev têkoşîna 50 salî, ev pirsgirêka 100 salî; nêzîkatiya ku mirov bêje Rêbertiyê nameyek şandiye û yekser çareser bûye û dê pirsgirêk çareser bibin, ne rast e. Lê biryarek, îradeyek heye. Wê demê hem hikûmet û hem jî desthilatdarî mecbûr in ku ji bo vê îradeya bi biryar çi hewce dike bikin. Devlet Bahçelî got, “Bila bangê bike, paşê em mafê hêviyê bi cih bînin.” Bang hat kirin, ji ber vê yekê divê mafê hêviyê pêk were. Mafê hêviyê tê wateya her kes dizane piştî 25 salan divê serbest bê berdan. Ya esas ev e. Di vî warî de weke gava yekem xala girîng a daxuyaniya PKK’ê pêkanîna mafê hêviyê ye û helbet pêwîstiya lezgîn a bigihêje şert û mercên xebata azad e. Em li benda vê yekê ne.

Ji aliyê din ve bi zelalî û bi kurtî diyar kir ku çawa fêm kiriye û wê çawa bersivê bidinê danî holê. Her wiha bi vê daxuyaniyê berprisyarî û erka her kesî bi bîr xist. Di vî alî de bi vê daxuyaniyê re pêşiya pêkanîna daxuyaniya Rêber Apo heta dawiyê hate vekirin. Di vî alî de divê êdî şert û mercên siyasî û hiqûqî bên bicihanîn. Bêyî vê yekê wê ewqas gerîla çawa dev ji şerê çekdarî berdin, ew qas endam û endamên rêxistinê wê çawa bikevin nava pêvajoyê? Ez texmîn dikim ku gava pêvajoyek wiha dest pê bike, wê her kes li cihê xwe nemîne û li bendê bimîne ka wê çi bibe. Dibe ku tiştek wiha bibe? Di vî warî de weke ku Rêber Apo jî gotiye, helbet divê şert û mercên hiqûqî û siyasî bên bicihanîn.

Ev nîqaş, ev gotin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Eger çareseriya pirsgirêka Kurd nebûya, gelo eleqeyek wisa, nîqaşek wisa, pêvajoyek wisa dibû? Li cîhanê her kes daxuyaniyê dide. Çima? Têkildarî pirsgirêka Kurd.

Elmanyayê daxuyaniyek da û got, “Divê mafên Kurdan jî bên qebûlkirin.” Di vî warî de gotina Omer Çelîk û Uçum hinekî şerekî taybet e. Ev jî hinek rêyeke siyasî ye ku xwe rizgar bikin. Yanî ev nêzîkatiyek e mîna, binêrin, bêyî ku em tiştekî bidin me çareser kir. Bi dîtina min ev propagandaya şerê taybet e. Yanî mijarên wiha divê cidî neyê girtin.

Rayedar; Divê Erdogan çi bike û Bahçelî çawa tevbigere, bi baldarî li ber çavan bê girtin. Daxuyaniya dawî ya Erdogan jî ji wan cuda bû. Negot pirsgirêk çareser bûye. Lê got ku di dawiya vê pêvajoyê de wê her kes bi ser bikeve. Wî ev yek wiha diyar kir. Di vî warî de divê em propagandaya derdorên cuda bi taybetî jî AKP’ê zêde cidî negirin. Daxuyaniyek nû jî hat dayîn. Dibe ku hin kes tiştên wiha bibêjin. Yanî ew hîn jî dikarin di bin bandora şerê taybet, bandora propagandayê û bi gotinên berê biaxivin. Helbet divê ev bên derbaskirin. Em niha van pir girîng nabînin û ciddî nabînin.

Divê gelê Kurd vê bizanibe. Ev veguherîna demokratîk, têkoşîna demokrasiyê, çareseriya herî rast a pirsgirêka Kurd e. Çareseriya li ser bingeha demokrasiya herêmî ye. Dema demokrasiya herêmî hebe wê pirsgirêka Kurd bi hemû aliyên xwe çareser bibe. Di vî warî de divê gelê Kurd nebe xwedî fikarên wiha. Di vî alî de divê ji xwe bawer be. Divê em bibînin ku ev hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavek e û bi vî rengî nêz bibin û xwedî lê derkevin. Helbet beriya her tiştî divê jin û ciwan xwedî lê derkevin.

Ew hêzên pêşeng ên vê têkoşînê ne. Bi dawîbûna şer wê herî zêde têkoşîna azadiya jinê pêş bikeve. Têkoşîna azadiya jinê wê bibe tevgera ku herî zêde sûdê ji vê pêvajoyê bigire. Di vî warî de divê bi awayekî rêxistinkirî têkoşîna demokrasiyê bimeşînin. Ji ber vê yekê ev ne dawî ye, destpêkek e. Ev qonaxek nû ye. Qonaxeke nû ya têkoşînê ye. Divê jinên Kurd, ciwanên Kurd, gel û helbet hemû saziyên demokratîk xwedî li têkoşînê derkevin.

Hêzên demokrasî yên şoreşger jî neçar in xwedî li vê têkoşînê derkevin. Divê ne di nêzîkatiyek wisa bifikar de bin. Demokrasî û têkoşîna azadiyê wê nesekine, dewam bike. Wê li ser xeta têkoşîna demokratîk de berdewam bike. Di vê aliyê de devjêberdana têkoşînê ne mijara gotinê ye. Ez carekî din diyar dikim, dubare dikim; Rêbertî vê gavê ji ber ku sosyalîst e avêt. Weke pêwîstiya sosyalîzmê avêt. Ev ji nêzîkatiya sosyalîst a tevgerên rizgariya netewî yên sedsala 20’an ku weki mafê tayinkirina çarenûsa hatiye pêşengkirin, wêdetir e. Ji wê wedetir e. Nêzîkatiyekî nû ye. Ev nêzîkatiya sosyalîst e. Nêzîkatiya sosyalîstê demokrat e.

Taybetmendiya herî girîng a Rêbertî civakîbûna wî ye. Civakparêzî ye. Rêbertî herî berfireh li dijî modernîteya kapîtalîst, takekesî û kedxwariyê têdikoşe û helwesta îdeolojîk raber dike. Vê yekê wê wiha bibînin. Bê guman rexne û nirxandinên Rêbertî yên derbarê nêzîkatiya sosyalîzma klasîk de hene. Ev xwezayî ne.

Danehev û daneyên 150-200 sal berê ji bo vê ne bes bû. Di pratîkekî de derneketiye holê. Pratîka sosyalîzma reel derket. Di vê aliyê de em bang li hemû hêzên sosyalîst dikin ku rast fêm bikin, rast nêz bibin û piştgirî bidin vê pêvajoyê.

Hêzên muxalîf ên di nava pergalê de; yanî CHP û hêzên din jî divê di nava nêzîkatiyekî rast de bin. Pir bi fikar in. Belê, em fikarên wan bi aliyên diyar fêm dikin. AKP ev qas zextê kir, darazê bi kar anî, gelek tişt kir. Ne hewce ye em van rêz bikin. Hêrî zêde Kurd rastî van tiştan hatin, em rastî van tiştan hatin.

Ji ber vê yekê li şûna bibêjin “Em bifikar in, nikarin tevger bikin” eger pirsgirêkek hebe divê di wê pirsgirêkê de bi xwe jî çalak bin. Divê bibin kirdeya çalak a têkoşîna demokrasiyê, mihtemelen ya çareseriya pirsgirêka Kurd jî. Tişta ku layiqê wan jî ew e, tişta ku ew bikin jî ew e. Bifikarên wekî gelo DEM Partî û AKP’ê xalek ya destûra bingehîn biguherînin, ev nêzîkatiyên ji rêzê ye. Tiştekî wiha tine ye. Pêvajoyekî wiha derneket holê. Yên ku difikirin ev pêvajo li ser bingeha lihevkirinek wisa derketiye, pir şaş in.

Ji bo Tirkiyeyê pêwîstî bi destûra bingehîn heye. Wê rojê Mahîr Başarir jî got; Ji bo Tirkiye pêwîstî bi destûra bingehîn ya nû heye. Ev destûra bingehîn jixwe azadiyan sînor dike, dibe sedemê zextê. Ew cuda ye. Helbet heta niha guh nedan destûra bingehîn jî, guh nedan qanûnê jî. Lê ji niha şûnde, piştî vê gavê helbet sedema desthilatdariyê nema êdî wekî berê tevger bike. Pirsgirêka bekayê nema. Di vê aliyê de helbet dev ji hinek tîştan berde. Eger bêje na ez bernadin, ez ê wekî berê bidomînin ev wê bibe sabotekirina vê pêvajoyê. Û li gorî min jî daxuyaniyên di rojên dawî de jî erênî bûn. Di vê çarçoveyê de divê xwe jî xwedî lê derkevin. Ez bawer dikim ku wê wisa bikin.

Niha me agirbest ragihand. PKK wê kongreya xwe li dar bixe. PKK wê di kongreyê de biryaran bigre. Ev wê di demekî diyar de çêbibe. Ne hema di du roj, sê roj û pênc rojan de çêbibe. Jixwe pêwîst e Rêber Apo bikeve dewrê. Di vê pêvajoyê de helbet divê êrîş çênebin.

Yanî eger êrîşî hêzên gerîla ên di parastina rewa de bikin wê çi bikin? Ma wê bêjin were min bikuje? Ma wê bêje were min dîl bigre. Ji ber vê yekê divê agirbestê binpê nekin. Belê, me agirbest ragihand. Wê demê divê dewlet jî, artêş jî li gorî vê tevbigere. Eger li gor vê tevnegere ev dibe provokasyon. Dibe sabotekirin. Ev tê wateya ku bêjin em pêvajoyê qebûl nakin. Di gotin de qebûl dikin, di pratîkê de ji holê rakirin e. Helbet divê di vê mijarê de baldar bin. Eger ev pêvajo rêve biçe, divê guh bidin vê agirbestê û li gorî wê tevger bikin.

Rêya ku HTŞ’ê dişopîne ne tu rê ye. Ka kî aqil dide, eger bi vê aqilê here wê serê xwe li hin deran bide. Wê li cihekî asê bimînin. Niha “kongreya neteweyî” ava dikin, di nav de Kurd tune ye. Yanî nûnerên Kurdan tune ye. Nûnerên Êzidî, Elewî, jinan û civakên cuda tune ye. Lê kongrekî neteweyî çêbûye, dibêjin wê li wê derê çarçoveya destûra bingehîn diyar bikin, polîtîkaya hikûmetê diyar bikin. Gelo tiştekî wiha çêdibe? Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze li hev bike. Wê çawa li hev bikin? Ev ne lihevhatin e, ev tê wateya ku dibêjin em ê tişta ku dizanin bikin. Divê dev ji vê nêzîkatiyê berdin. Helbet ev nayê qebûlkirin. Belê, rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotiye Colanî hatiye hilbijartin û em ê wekî serokkomarê demkî qebûl bikin. Yanî demkî. Lê rêveberiya wî qebûl nekiriye. Rêveberiya wî rast û rewa nedîtiye. Lê ji bo şer nekin, rû bi rû neyên bi awayekî demkî qebûl kiriye. Di vê mijarê de HTŞ’ê divê xwe li ber çavan derbas bike. Ev rejîmek nû ya Baasê ye. Çi ferqa wî ji rejîma Baasê heye? Baas çûye, ew hatine. Baas jî li gorî xwe, nêzên xwe bibandor dikir, yên ne nêzî xwe wêder dikir. Ji ber vê yekê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêveberiya xweser û Kurd dixwazin lihev bikin. Rêbertî dibêje ya, em ê pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi lihevkirina demokratîk çareser bikin. Divê rêbaz bibe lihevhatina demokratîk. Belê divê li van deran jî lihevhatina demokratîk çêbibe. Na, lihevkirin tune ye. Hûn wê gotina min bikin! Wiha nabe. Kesî vê qebûl nake. Ev di encamê de wê alozî û pevçûnan derxe. Durzî civakek in, Elewî civakek in, Kurd civakek in, Suryanî û Tirkmen civakek in. Desthilatdariyê ku dibêje ez çi bêjim wê ew be, winda kiriye.

Belê, telqinên Tirkiyeyê hene. Tirkiye jî diguhere, yanî wê biguhere. Tirkiye jî wê neçar bimîne ku guh bide Kurdan. Neçar bimîne ku guh bide Elewiyan. Ji ber ku bi awayekî cuda aramî nîne, niha li wir dikeve nava pêvajoyekî veguherîna demokratîk. Bi vî aliyê ve, wê ji bo Sûriyeyê jî demokratîkbûnek çêbibe. Wê bi gelê Sûriyeyê re be. Bi rastî me di destpêkê de daxuyaniyên diyar kirin. Me got ku wê guh bidin ciherengiyan û her kesî.

Pişte na; ez ê bi tenê serokkomarî hilbijêrim, kongreya neteweyî, komîteya navneteweyî ez tenê diyar bikim. Ezê tenê hikûmetê diyar bikim. Wê çawa be? Jin li ku derê ne? Gelo jinên Bakur û Rojhilatê wê pergalekî wiha qebûl bikin? Eger mêr qebûl bikin, jin qebûl nakin. Di vî aliyê xwe de xwe nava hev û din didin.

8’ê Adarê li jinan pîroz dikim. Di wê baweriyê de me ku 8’ê Adarê ya îsal wê li tevahiya cîhanê bi xurtî bê pîrozkirin. Pirsgirêka azadiyê ya jinê pirsgirêkeke gelekî girîng e. Di dîrokê de pirsgirêka civakî ya destpêkê bi vî rengî rû daye. Ji ber ku ya civak afirandiye jin e. Jinê zarok anî dinyayê. Yanî ya ku di civakîbûna destpêkê de bi rol rabû jin e. Lewma şêweyê hebûnê yê mirov, bi bandora jinê ya li nava civakê hatiye afirandin. Piştre mirovahî ji rê derdikeve. Jin ji nedîtî ve tên, mêr xwe dide pêş, bi vî rengî mirovahî ji rêya civakîbûnê ku hebûna mirovahiyê ye derdikeve. Divê ev yek bi vî rengî bê dîtin.

Heta ku jiderketina ji rê neyê çareserkirin pirsgirêkên civakî çareser nabin. Yanî civakîbûna rasteqîn nikare bê afirandin. Em qala civakîbûnê dikin, qala şêweyê hebûnê yê mirov dikin. Rastiya jinê, çanda jinê şaneya bingehîn a civakîbûnê ye. Pirsgirêka jinê ne tenê pirsgirêka ‘jin-mêr’ e. Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke cidakî ye. Ji ber ku bi civakîbûnê derketiye holê. Taybetmendiya vê jî ew e ku civak li dora jinê ava bûye. Lewma pirsgirêka azadiyê ya jinê ji pirsgirêkên demokrasî, wekhevî û azadiya bawerî, gelan, çînî û derdoreke civakî cuda ye. Pirsgirêka jinê ne tenê pirsgirêka demokrasî û wekheviyê ye. Nabe ku weke pirsgirêkek ji rêzê ya civakî bê nirxandin.

Ev pirsgirêk karakterê civaka mirovan diyar dike, karakterê wan nîşan dide. Niha di zanistiyê de dibêjin; di jidayikbûnê de, di kêliya jidayikbûna pitik de ji kordona navikê ya navbera pitik û dayikê de şaneya bingehîn heye. Paşerojê pirsgirêkên tenduristiyê yên bên serê wê pitikê wê bi wê şaneyê bê tedawîkirin. Belê niha li ser teoriyeke bi vî rengî nîqaş tê kirin.

Di wê şaneya bingehîn de ti nexweşî nîne. Bi rêya wê şaneyê mirov, nexweşî wê bêne çareserkirin. Rastiya jinê jî bi heman rengî ye. Xeta azadiya jinê, pirsgirêka jinê di heman demê de pirsgirêka çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan e. Divê mirov bi vî çavî li têkoşîna azadiyê ya jinê binihêrin. Ne tenê azadbûna jinê, wekheviya jinê ye.

Wateya wekhevî û azadiya jinê, dema ku bi azadî û wekheviyê re bû yek, wê pirsgirêkên civakî hemûyan çareser bike. Naxwe eger em pirsgirêka jinê tenê weke pirsgirêka wekhevî û azadiyê bibînin wê teng be. Pirsgirêka azadiyê ya jinê işaret bi têkoşîna azadiyê, sekna azadiyê dike ku civakê bi temamî dikare biguherîne, demokratîk bike, azad bike, bigihîne wateya rasteqîn û demokrasiyê.

Divê wate û qîmeteke bi vî rengî ji têkoşîna jinê re bê dayin. Rêbertî di hevdîtina bi heyetê re got, ‘Sosyalîstek dema ku bi jinê re bi rengekî rast biaxive, têkiliyeke rast dîne hingî dikare bibe sosyalîst’. Ez destpêkê bi vî rengî bûm xwedî kesayetekî sosyalîst. Bi hînbûna axaftin û têkilîdanîna bi jinê re bûm sosyalîst. Lewma keda Rêber Apo ya ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê gelekî zêde ye.

Yanî têkoşîna azadiyê ya jinê danî ser bingeha îdeolojîk û teorîk. Ji ber ku ev kir, têkoşîna azadiyê ya jinê gelekî bi pêş ket. Îro bandorê li hemû têkoşînên azadiyê yên li cîhanê dike. Ev nêzîkatiya Rêbertî divê gelekî girîng bê dîtin. Belê weke cîns Rêbertî mêr e. Lê belê mêrekî ku ‘mêr kuştiye’. Hîn di salên 1990’î, 80’î li ser ‘kuştina mêr’ kûr bû.

Lewma tevkariya Rêber Apo ya li têkoşîna azadiyê ya jinê gelekî mezin e. Belê, jin êdî vê fêhm dikin. Qîmetê didin Rêbertî. Di paşerojê de jinên cîhanê hemû jî wê qîmeteke mezin bidin Rêbertî. Yanî bi vî rengî ye. Têkoşîna jinên Kurd jî ji xwe gelekî bi pêş ket. Eger îro li Tirkiyeyê têkoşîna azadiyê ya jinê hinekî bi pêş dikeve, di vir de bandora têkoşîna jinên Kurd mezin e. Li Îranê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hat.

Encamên têkoşîna azadiyê ya jinê, encamên têkoşîna azadiya jinê ya li ser xeta Rêbertî ye. Ji şoreşa li Rojava re ‘şoreşa jinê’ dihate gotin. Ev yek jî bêguman encama pêşketina têkoşîna azadiyê ya jinê ya li ser xeta Rêbertî ye.

Li Rojhilata Navîn êdî nêrîneke nû ya jinê bi pêş dikeve. Kes wê nikaribe li pêşiya wê bibe asteng. Xeta azadiyê ya jinê bandorê li hemû jinên li cîhanê dike û rê nîşanî wan dide. Ev yek jî wê encamên gelekî girîng bi xwe re bîne. Di deh salên pêş de têkoşîna azadiyê ya jinê wê hîn bi pêş bikeve. Ji xwe Rêbertî dema ku analîzên di vê çarçoveyê de kir got, ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinê’. Niha nîşaneyên vê yekê xuya dikin. Li ser vê bingehê Rêbertî bi hurmet silav dikim ku ked da têkoşîna azadiyê ya jinê.

Ji jinan re di têkoşîna wan de serketinê dixwazim. Jin wê bi têkoşîna xwe mirovahiyê rizgar bikin, me hemûyan rizgar bikin. Lewma em li bendê ne ku tevlîbûna herî xurt li 8’ê Adarê ya îsal bê kirin. Em li bendê ne ku tevlîbûneke xurt li Newrozê jî bê kirin. 8’ê Adarê, Newroza îsal divê bi rengê xwedîderketina li civaka demokratîk û aştiyê derbas bibe. Divê jin pêşengiyê ji vê re bikin. Lewma ev projeya Rêbertî di heman demê de banga ‘Xwedîderketina li vê projeyê, pêşengiya ji vê projeyê’ ya li jinan e. Li ser vê bingehê 8’ê Adarê careke din li jinan hemûyan pîroz dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar