Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir

Endamê Desteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî şewitandina leşkeran wiha got: “Ev biryar a Hûlûsî Akar e. Dîsa bi erêkirina Erdogan pêk hatiye.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê berdewam in. Bi ser êrîşên ku çekên kîmyewî jî tên bikaranîn re 7 meh derbas bûn û bikaranîna çekên kîmyewî qet ji rojeve neket. Herî dawî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenên leşkerên ku ji hêla artêşa tirk ve li Zapê hatin şewitandin, parve kir. Endamê Desteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û dîmenên şewitandina leşkeran, pirsên Stêrk TV’yê bersivand.

Karayilan da zanîn ku dîmenên şewitandina hin leşkerên jiyana xwe ji dest dane ketine destên wan û wiha pê de çû: “Xwedî lê dernakevin. Piştre jî ji bo ku cenazeyên wan nekevin destê gerîla, wan dişewitînin. Bi awayeke aşkera cenazeyên 3 leşkeran danîn ser hev û şewitandin. Fermandarek ji rêzê nikare biryareke wisa bide. Ev biryar, biryara Hûlûsî Akar e. Dîsa bi erêkirina Erdogan pêk hatiye. Behsê xeberê ger ku erêkirina Erdogan nebe gelo ma dikarin çekên kîmyewî bikar bînin?”

Karayilan diyar kir ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî ve hiqûqa navneteweyî binpê dike û bêdengiya hêzên cîhanê ya li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê jî rexne kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar