Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin

Komîteya Jinan a Şaxa 1’emîn a Anadaloyê ya Genel-Îş’ê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), ji bo şemezarkirina komkujiyên jinan li ber Şaredariya Kartalê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek karkerên jin tevlibûn de pankarta ‘Cînayetên jinan polîtîk in’ hat vekirin. Li ser navê komîteyê karker Yasemîn Mersîn daxuyaniya hatibû amadekirin xwend.

Mersîn bi bîr xist ku bi salan e jin bi êrîşên sîstematik ên desthilata AKP’ê re rû bi rû ne û jinên ku bi laş, hiş û rûmeta xwe li dijî xwediyên erkan û çînên kedxwar in tên tacîz û tecawizkirin.

Mersîn diyar kir ku armanca nû ya desthilatê vekişandin ji Peymana Stenbolê ye û ev tişt anî ziman: “Ev nêzîkbûna ku dixwaze serî li jinan bitewîne, bêdeng bike û bike nav tundiyê, ji aliyên kesên herî payebilind ve gelek caran tê dubarekirin. Peymana Stenbolê destkeftiya jinên vî welatî ye. Peymana Stenbolê tenê dikare bê berfirehkirin û em gavek tenê jî ji peymanê paşde navêjin. Peymana Stenbolê dide jiyîn. Li hemberî qetilkirina jinan êdî tehemûla me nemaye. Em bi berxwedanê li dijî vê derkevin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar