Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Karwanên artêşa tirk êdî ji Duhokê radibin!

Karwaneke leşkerî yê artêşa tirk di nava rojê de li bajarê Duhokê ya başûrê Kurdistanê derbasî qadên gerîla bû

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê berdewam dike. Artêşa tirk ku di êrîşê de ji hemû cureyên alîkariyê yên PDK’ê sûd werdigire, weke ku bajarên başûrê Kurdistanê baregehên wê be, di nava rojê de bi rehetî û bi aşkerayî leşkeran vediguhêze qadên gerîla. Dema ku artêşa tirk leşker û barghilgirên xwe vediguhezîne, di nava bajar, navçe û gundên başûrê Kurdistanê de tên dîtin.

Li gorî dîmenên ku ji Duhokê hatine bidestxistin, karwaneke mezin ê leşkerên artêşa tirk di nava rojê de ji Dihokê bi awayekî aşkerayî derbasî qadên gerîla dibe. Di dîmen de otêla Rîksos ku mezintirîn otêla Dihokê ye jî tê dîtin.

Li gorî agahiyên nefermî, dewleta tirk hewl dide ku bi tevlêbûna pêşmergeyên PDK’ê li dijî gerîlayên PKK’ê êrîşeke berfireh bide destpêkirin. Bi vê boneyê jî dewleta tirk gelek çek û teqemeniyê dişîne başûrê Kurdistanê. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar