Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

KCD: AKP-MHP’ê navê xwe weke dijminê mirovahiyê li dîrokê nivîsandin

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî desteserkirina şaredariyên HDP’î yên Êlih, Lice, Farqîn, Gêlê, Erxenî, Norşîn, Xelfelî û Ciwanikê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCD’ê destnîşan kir ku li gel şewba vîrûsa koronayê ku li tevahiya cîhanê belav bûye, dewlet, dewleta partiyê dest datîne ser şaredariyên gelê kurd, diavêje ser malên hevşaredaran, wan binçav dike û digire. KCD’ê tayînkirina qeyûman şermezar kir û wiha domand: “Di demeke wiha de ku jiyana mirovan li tevahiya cîhanê di bin xetereyeke mezin de ye, yên ku bi dijminatiya li kurdan radibin û radizên, mohra xwe danîn binê biryareke wiha ya li dijî mirovahiyê û navê xwe weke ‘dijminê mirovahiyê’ li dîrokê nivîsandin.”

Daxuyaniya KCD’ê wiha dom kir: “Gelê kurd çawa ku li Qoçgirî, Dêrsim û Zîlanê li pêşiya rejîma Kemalîst serê xwe netewand, îro jî dê li pêşberî faşîzma AKP-MHP a Neo-Osmanî ya mûxafazakar netewîne û li dijî faşîzmê li ber xwe bide. Em bang li partiyên mûxalefetê yên li Tirkiyeyê dikin ku rejîma qeyûm dê bi şewba koronayê welêt bi temamî êsîr bigire. Mafê hilbijartinê, nirxên demokratîk û gerdûnî yên du sed salî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye. Ger nirxên me hemûyan be, wê demê divê bi rengekî hevpar bên parastin. Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê tavilê destê xwe ji nirx, îrade û şaredariyên kurdan vekişînin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku li ser bingeha yekitiya neteweyî bi biryardarî xwedî li saziyên xwe yên siyaseta demokratîk û siyasetmedarên xwe derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar