Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

KCD: Hemû hêzên ji Komkujiya Parîsê berpirsyar dê hesabê bidin

KCD’ê bi boneya 7’emîn salvegera şehadeta Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyaniyek weşand û her sê jinên şoreşger bi rêzdarî bi bîr anî. KCD’ê diyar kir ku nepêkane ku Komkujiya Parîsê bêyî agahiya hêzên navdewletî pêk hatibe û destnîşan kir ku di wê baweriyê de ne ku di serî de dewleta tirk, hemû hêzên ku berpirsyariya wan di vê qetlîamê de heye dê li pêş dîrok û mirovahiyê bên mehkumkirin û hesab bidin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

“Şerê ku metîngeriya kapîtalîst-emperyalist li Rojhilata Navîn û li dijî gelê wî/wê pêşxistiyê, bi qetlîamên mezin ên li dijî civak û xwezayê, bi koçberkirin û wêrankirinên ku paşve nayê vegerandin re her ku diçe bêhtir kûr dibe û didome.

Li dijî polîtîkayên wêrankirin û sepandinên pergala kapîtalîst-emperyalîst, Tevgera Azadiya Kurdan ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bi hêviya azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê vejiyaye û bûye hêza rê nîşandanê û ronîkirinê.

Tevgera Azadiya Kurd ku ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye meşaleya azadiyê, di serî de bûye hedefa hêzên emperyal ên navneteweyî û neteweyî û hêzên metînger ên herêmî. Bi hevkariya hêzên navneteweyî û hêzên emperyalîst ên metînger ên herêmî hatiye xwestin ku Tevgara Azadiyê ya Kurd bi operasyon û komployan bê tasfiyekirin.

Bêyî destûra hêzên navneteweyî Komkujiya Parîsê nepêkan e

Wekî berdewama komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêk hat, di 9’ê çileya 2013’an de jî komplo û Komkujiya Parîsê pêk hat. Pêşenga Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşgera jin Sakîne Cansiz (Sara) û du rêhevalên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê çileya 2013’an de ji hêla dewleta tirk ve li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Aşkera ye ku bêyî agahî û destûra hêzên navneteweyî qetilkirina 3 jinên kurd ên li Parîsê ne gengaz e.

Armanca Komkujiya Parîsê gelek fireh e

Armanca Komkuiya Parîsê gelek fireh e. Ji ber ku Sakîne Cansiz sazûmankara Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û di hemû merhelêyên azadiya jinên Kurdistanê de xwedî û rol û riste û dîsa ji ber Cansiz li dijî pergala baviksalariyê bi hêviya azadiya civakê bi avakirina pergala hemdem a demokrasî û azadiyê pêkane pêşxistiye, bûye hedefa hêzên navneteweyî ya ku tetikkêşiya wê dewleta tirk kiriye.

Ji bo ser doza Komkujiya Parîsê bê girtin dereng tê destgirtin û bi vî awayî ji hêla hêzên navneteweyî tê xwestin ku cînayeteke hiqûqî bê kirin. Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û rê nede ku berpirs û kujerên Komkujiya Parîsê bên xilaskirin û hesab nedin.

Em di wê baweriyê de ne di serî de dewleta tirk, hemû hêzên ku berpirsyariya wan di vê qetlîamê de heye dê li pêş dîrok û mirovahiyê bên mehkumkirin û hesab bidin. Dîsa Cansiz û peyhatiyên wê Sevê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar bi heman armancê di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin.

Em careke din di salvegera şehadeta Sakîne, Fîdan, Leyla, Sevê, Pakîze û Fatma de wan bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hêza têkoşîn, berxwedan û pêşengiya ku me ji şexsiyeta wan girtiye em ê têkoşîna xwe ya azadiyê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar