Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

KCD’ê Komkujiya Enfalê şermezar kir

KCD’ê bi boneya 33’yemîn salvegera Komkujiya Enfalê daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir. KCD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bawer dikin ku wê hemû berpirsiyar li ber çavê mirovahiyê bên darizandin û hesab bidin.”

Di 4’ê Nîsana 1986’an de bi fermana Serokê Iraqê yê wê demê Seddam Husên komkujiyek pêk hatibû. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya 33’yemîn salvegera Komkujiya Enfalê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev komkujî di dîroka mirovahiyê de şermeke mezin e. Hat bibîrxistin ku di komkujiyê de 182 hezar mirov hatine qetilkirin û kesên hatine qetilkirin xistine gorên komî. KCD’ê diyar kir ku ev texrîbat niha jî didomin.

Di daxuyaniya KCD’ê de hat diyarkirin ku Komkujiya Enfalê, berdewama komkujiya Qoçgirî, Agirî, Zîlan, Gurgum û gelek komkujiyên din in û wiha hat gotin: “Ev komkujî li Qamişlo, Roboskê, Şengal, Kobanî, Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û Efrînê jî didome û bajar tên rûxandin û şewitandin. Dewletên dagirker ên ku van komkujiyan pêk tînin, bi awayekî aşkere destekê ji hêzên emperyal digirin û bi feramana wan pêk tînin. Hêzên navnetewî jî hevkarên vî sûcî ne. Heta dîktator û hevkarên wan li ber çavê mirovahiyê neyên darizandin û li ber dîrokê hesabê vê yekê nedin, wê wijdanê mirovahiyê tu carî pak nebe.”

Dê dîktator hesab bidin

KCD’ê bi berdewamî diyar kir ku tişteke berbiçav heye, ew jî ew e ku li tevahiya perçeyên Kurdistanê gelê kurd tu carî li ber van komkujiyan bi paş ve gav neavêtiye û ji azadî û rizgariya xwe tu carî tawiz nedaye. KCD’ê destnîşan kir ku dê gelê kurd li gel ewqas kuştin û qirkirinan jî tu carî gav şûnde navêje û wiha got: “Dîktatorên ku van polîtîka û komkujiyan pêk tînin li ber mirovahyê hatine mehkûmkirin û di tarîtiya lanetî ya dîrokê de hatine windakirin. Li hêla din jî her diçe gelê me bêtir nêzî azadiya Kurdistanê dibe û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî dibe cihê hêvî û moralê. Ji ber vê ye ku niha Kurdistan bûye cihê ku hemû nirxên mirovahiyê ji nû ve lê şîn tên. Li ser vî esasî, bîr û baweriyê em di 33’yemîn salvegera Enfalê de careke din komkujiyê şermezar dikin. Em bawer dikin ku dê hemû berpirsiyar li ber çavê mirovahiyê bên darizandin û hesab bidin û em ê di têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rizgariyê de bi ser bikevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar