Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

KCD’ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmî Oner ên di 17-18’ê Gulana 1982’an de li dijî îşkence û zilma li Girtîgeha Amedê bedena xwe dabûn ber agir û jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anîn.

Di şeva navbera 17-18’ê Gulanê de li Girtîgeha Amedê ya Hêjmar 5’an de ciwanên Kurd ên ji doza PKK’ê hatibûn girtin Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmî Oner, li dijî îşkence û tundiya li girtiyan dihat kirin agir berdan bedena xwe û pêkanînên girtîgehê şermezar kiribûn. Di salvegera çalakiya 4’an de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmî Oner, bibîr anîn.

KCD’ê di peyama bîranînê diha got: “Berxwedana li dijî faşizmê li kîdera cîhanê dibe bila bibe, bi qasî nirxê parastina rûmeta mirovahiyê ye. Kurdên li zindanan li dijî îşkenceya Cuntaya Evren, ji bo rûmeta mirovahiyê biparêzin bedena xwe kirine sîper. Çavkaniya şerê îro, subayên faşîst û nijadperest ên zindan tijî kirin û li zindanan îşkenceya li dijî mirovahiyê li kal, pîr û ciwanên Kurdan kirin e. Gelê Kurd her dem li dijî darbeyan bedelên giran daye. Lê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Daxwaza ciwanên Kurd a wê rojê daxwaza gelê Kurd a îro ye. Îro jî daxwaza gelê Kurd bibe xwedî statu û jiyana azad û demokratîk a gelan e.

Gelê Kurd dê her dem li dijî hemû cureyên darbeyan li ber xwe bide. “AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar