Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

KCD’ê Newroza gelan pîroz kir

KCD’ê bi minasebeta Cejna Newrozê peyamek belav kir û Newroza hemû gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 21’ê Adarê Cejna Newrozê peyama pîrozbahiyê belav kir. KCD’ê di peyamê de cejna hemû gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir. KCD’ê da zanîn ku wekî her sal Newroza 2019’an jî di pêvajoyek ku zilm û barbarhî zêde ye tê pîrozkirin. KCD’ê anî ziman ku di vê pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye tecrîdkirin, bi hezaran kes ketine greva birçîbûnê û di pêvajoya berxwedana çalakiya greva birçîbûnê de Newrozê pîroz dikin.

KCD’ê destnîşan kir ku hemû hêzên navneteweyi dest dane hev û li dijî destkeftiyên gelê Kurdistanê êrîşan pêk tînin û dixwazin gelê kurd têxin nava tariyê. KCD’ê da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de hatiye destpêkirin li hezaran kesan belav bûye û bi hezaran kes li dijî tecrîdê li ber xwe didin û wiha got: “Di vê dîroka pîroz de em dibêjin Berxwedan teqez dê bi ser bikeve. Serkeftina teqez a berxwedanê jî bi tevlêbûna hemû partiyên welatparêz û demokratik, rêxistin û saziyên sivîl û demokratîk ên li çar perçeyên Kurdistanê pêkan e. Ev gefa li ser gelê kurd tenê bi berxwedana bi ruhê Newrozê pekan e ku bişkê. Em Newroza 2019’an bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûmê  pêşwazî dikin. Em bi bawerî, têkoşîn û girêdana xwe ya Şopdarê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Şehît Zulkuf Gezen bi hurmet bibîr tînin. Bi vê wesîleyê em Cejna Newrozê li hemû gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroz de bibe azadiya gelên axa Kurdistan û Rojhilata Navîn.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar