Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

KCDK-E: Bila her kes dakeve qadan û xwedî li HDP’ê derkeve

KCDK-E'yê qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î şermezar kir û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û çete Suleyman Soylû yên ku HDP'ê tim dikin hedef, berpirsyar e.” Her wiha KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku dakeve qadan û xwedî li HDP'ê derkeve

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz a ji aliyê faşîstan ve, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Avahiya HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê 24 saetan ji aliyê polîsan ve tê şopandin, kesên dikevin hundir û jê derdikevin tên qeydkirin û şopandin. Kujerekî çete Suleyman Soylû kete hundirê vê avahiyê û endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir.

Vê cînayetê rûyê dewleta tirk a faşîst, dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li kurdan nîşanî gelên Tirkiyeyê û Ewropayê daye. Li cografyaya Tirkiyeyê demokrasî qet nemaye. Mirov nava rojê ji aliyê kujeran ve tên qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û çete Suleyman Soylû ku timî HDP’ê dikin hedef, ji vê yekê berpirsyar e.

Polîsên ku 24 saetan ji ewlekariyê berpirsyar in bi tu awayî dest li êrîşkar wernedan û ev bûyera kuştinê jî bi vî rengî bi hevkarî hate kirin. Em vê kuştina namerdî ya li dijî hêzên demokrasiyê, HDP’ê û kurdan hate kirin şermezar dikin.

Êrîşa li dijî HDP’ê destpêka pêvajoyeke cidî û metirsîdar e. Divê bi hez bikevin nava liv û tevgerê, yekitiya hêzê, elewî, hêzên bawerî û demokrasiyê, jin û ciwanan dikin ku li her derê çalakiyên girseyî yên mezin li dar bixin. Bi taybetî roja şemiyê li her derê çalakî divê bê lidarxistin û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bê teşhîrkirin.

Bi navê KCDK-E’yê em bang li gelê xwe dikin ku li her cihî vê komkujiya faşîst şermezar bike, xwedî li HDP’ê derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar