Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

KCDK-E: Ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê nebin hevparê şer!

KCDK-E’yê bang li wan kesên ku plan dikin biçin li Tirkiyeyê betlaneyê bikin kir û  wiha got: “Tûrîzm hatineya sereke ye ku ji bo şer tê bikaranîn.”

Dîwana Hevserokatiyê KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo boykotkirina tûrîzma tirk bang kir. Di daxuyaniyê de KCDK-E’yê ji welatiyên ku li Ewrûpayê dijîn xwest ku di betlaneyê de neçin Tirkiyeyê, nebin hevparê şer û destnîşan kir ku dewleta tirk nêzî 40 sal in hemû çavkaniyên aborî û siyasî bi kar tîne û li dijî kurdan şerekî giran dimeşîne.

KCDK-E’yê ragihand ku beşeke mezin a çavkaniyên aboriya dewleta tirk ji bo şer tê bikaranîn û diyar kir ku tûrîzm dahateya sereke ye ku di şer de tê bikaranîn.

Di daxuyaniyê de her wiha hişyariya hin welatên Ewropayê jî hate bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Gelek welatên Ewropayê û hêzên navneteweyî bi rengekî fermî hişyarî dan welatiyên xwe ku ji bo tûrîzm û betlaneyê neçin Tirkiyeyê. Destnîşan kirin ku Tirkiye ji bo tûrîzmê welatekî ewle nîne.”

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo armancên şer ên desthilatdariya AKP-MHP a faşîst di ber wan de bimîne, betlaneya xwe ya ku plan dikin li Tirkiyeyê pêk bînin betal bikin û nebin hevparê şer. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar