Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

KCDK-E: Li dijî tifaqa qirker tekane rê berxwedan e

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê piştî gefên dagirkeriyê yên dewleta tirk û vekişîna hêzên DYA’yê, daxuyaniyek da û bang li gelê kurd kir ku bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin. KCDK-E’yê daxuyand ku li dijî tifaqa faşîst û qirker a AKP-MHP’ê tekane rê, berxwedan e

Kongreya Civaka Demokrastîk – Ewropa (KCDK-E) yê têkildarî gefên dewleta tirk û vekişîna hêzên koalîsyona navdewletî ya li ser sînorê rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KCDK-E’yê diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP, Ergenekon û Perînçek a bi serkêşiya Erdogan dixwaze bi şer û qirkirinê Kurdistanê dagir bike.

KCDK-E’yê destnîşan kir ku armanca vê tifaqê ew e ku bi şer destkeftiyên gelê kurd û gelên herêmê têk bibin. Daxuyanî wiha dom kir: “Çeteyên DAIŞ’ê û El Nusrayê jî di nava vê tifaqê de hene. Ev bloka li dijî kurdan a ku dixwaze gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî topyekûn bifetisîne, amadekariya şerekî topyekûn dike. Mîna li Efrîn û Kobanê, dixwazin şer bikin û dagir bikin. Ji ber vê yekê jî divê gelê me li dijî van gefên Erdogan ê dîktator bi ruhê seferberiyê bersivê bide û armanca wan a qirkirinê di qirika wan de bihêle.”

‘Tekane rê têkoşîn e’

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha bi dawî bû: “Divê gelên asur, suryan, kurd, ereb, êzidî, elewî û hwd. bizanin ku gefeke mezin a êrîşê li wan tê xwarin. Ji ber vê jî divê li her devereke dinyayê yên ku lê ne, xak û rûmeta xwe biparêzin û bi vê têgihiştinê seferber bibin. Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê Kobanê rabin ser pêyan û li her devera dinyayê li ber xwe bidin û bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Berxwedan tekane rê ye. Li dijî gefên qirkirinê û dagirkeriyê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê tekane rê, têkoşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar