Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

10’ê Cotmehê weke ‘Roja Azadî ji bo Ocalan a Navneteweyî’ hat ragihand

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û bang li alîgirên azadî û wekheviyê kir ku 10’ê Cotmehê tev li çalakiyan bibin.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Komploya navneteweyî sala 22’an li pey xwe dihêle. Ne tenê li Tirkiyeyê li gelemperiya Kurdistanê êrîşên qirkirinê dewam dikin. Îzolasyona giran a li ser Rêber Ocalan hatiye berfirehkirin û li çar parçeyên Kurdistanê weke amûreke şerê taybet li dijî gelê kurd tê bikaranîn. Ev hewldana psîkolojîk a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi rengê dagirkerî, îşkence, destavêtin, lînç, komkujî û qirkirinê tê meşandin.

Ger pêşî li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê neyê girtin, di serî de ji bo kurdan dê ji bo tevahiya Tirkiye, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bibe felaketên mezin. Ne siyaseta navxweyî ne jî ya derve êdî nema dikarin faşîzma AKP-MHP’ê rabigirin. Niha ew dem e ku aştî, aramî û azadî li dijî faşîzmê weke alternatîf bê destnîşankirin.

Rêber Ocalan ramangerekî mezin, rêberê gelekî ye ku bi felsefeya xwe ya azadîparêziya jinê û jiyana azad a hevpar a ji bo gelên kurd, tirk, ereb, asûr, çerkes, fars, ermen, baweriyên elewî, êzidî, xiristiyan û misilman, çareseriya jiyana wekhev afirandiye. Rêber Apo bi fikrên xwe bûye ronahiya Rojhilata Navîn, bi pêşniyara xwe ya konfederalîzma demokratîk bûye misogeriya pêkanîna jiyana hevpar û aştiyê. Tecrîda ku li dijî wê tê bicihanîn, tecrîda li fikir, nêrînên wî, tecrîda li dijî jiyana wekhev, azad û hevkar a gelan e.

Armanca hêzên ku di şexsê Rêber Ocalan de komploya navneteweyî kirine ew e ku pêşî li jiyana hevpar û azadîparêziya jinê bigirin, bi kûrkirina nakokî û şer, serwerî û berjewendiyên xwe bidomînin. Gelên cîhanê hay ji vê armanca komployê heye, lewma xwedî li Rêber Ocalan derdikevin. Bi berxwedana Rêber Ocalan, gel û dostên kurdan ev siyaseta qirêj hatiye pûçkirin lê belê hîn bi temamî nehatiye beralîkirin.

Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe û rêberê gelan Ocalan azad bibe, têkoşîna me wê bidome. Em zanin ku bidawîbûna şerê li Kurdistanê û herêmê, azadiya gelan û azadiya Rêber Ocalan di zikhev de ne.

Azadiya Rêber Ocalan, bidawîbûna komkujî, dagirkerî û zextên faşîst ên li ser gelan bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelê kurd û gelan dibe.

Yekane muxatabê bidawîkirina şer û pêkanîna çareseriyê Rêber Ocalan e. Lewma dixwazin wî bêdeng bikin û ji ber vê yekê tecrîd dikin. Çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna herêmê, dema ku Rêber Ocalan bi rengekî azad rola xwe lîst, hingî pêkan e. Bi vê armancê em dibêjin ‘DEM HATIYE, DIVÊ RÊBER OCALAN AZAD BIBE’ û bang li mirovahiya pêşverû ya cîhanê, rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan, alîgirên azadî û wekheviyê hemûyan dikin ku bi çalakiyên cihêreng û afirîner ’10’ê Cotmehê Roja Azadî ji bo Ocalan a Navneteweyî’ pêşwazî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar