Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

KCDK-E’yê li dijî sûcên şer banga ji bo çalakiyan kir

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî sûcên şer ên dewleta tirk a dagirker ku bi çekên kîmyewî li hemberî gerîla dike, banga ji bo çalakiyan kir.

KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û got, “Dewleta tirk a dagirker li Werxelê ya li Avaşînê bi çekên kîmyewî komkujiyê dike.”

KCDK-E’yê ragihand ku ev sûc li pêş çavên cîhanê hatiye kirin û wiha dewam kir: “Çekên kîmyewî yên li hemberî gerîlayên azadiyê hatin bikaranîn sîstema sinir û bêhnstandinê ditevizîne û mirovan bêhiş dixe.

Dewleta tirk a faşîst li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer dike û hovîtiyê dike.

Ev yek hovîtiyeke li dijî mirovahiyê ye ku kes nikare qebûl bike û ji bo bi lez bê teşhîrkirin, em bang li gelê xwe, her kesên şoreşger, demokrat, rewşenbîr û xwe mirov dibîne dikin, ku helwestê nîşan bidin.

Bi navê KCDK-E’yê em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ye bi lez çalakiyan bikin. Ji bo rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî jî OPCW û saziyên navneteweyî bi erk û berpirsyariya xwe rabin, em bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bidin pêşiya van saziyan û helwestê nîşan bidin.

Ji bo rûyê qirker û kujer ê dewleta tirk bê teşhîrkirin, em bang li her kesî dikin ku bi lezgînî çalakiyan bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar