Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

KCÊ-E’yê ji bo xwedîderketina Şengalê bang kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê têkildarî êrîşa artêşa Iraqê ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê diyar kir ku gef û êrîşeke cidî li ser civaka Şengalê heye û li dijî vê yekê banga çalakiyan kir

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) li ser êrîşên li dijî Şengalê ku vê dema dawiyê zêde bûne daxuyaniyek da.

Koordînasyonê bal kişand ser destwerdan û êrîşa leşkerên Iraqê ya li navçeya Sinûnê ku di encama gulereşandinê de 2 ciwanên Şengalê birîndar bûn.

Koordînasyonê ev êrîş weke heman feraseta DAIŞ’ê ya li dijî civaka êzidî pênase kir û wiha got: “Di rojên cejn û rojiyên civaka me de li Şengalê êrîşên bi vî rengî tên kirin. Ev yek jî karakter û armanca dewleta tirk, rêveberiyên Bexda û PDK’ê radixe pêş çavan. Ev êrîş teqez dijminatiya li hemberî baweriya Êzidiyatiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çawa DAIŞ bi ser neket, wê dewleta tirk a hevalbendê DAIŞ’ê jî bi ser nekeve.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêveberiya dewleta Iraqê û herêma Kurdistanê jî hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku bêdengî tê wateya pejirandina van kiryarên hovane yên dewleta tirk.

Koordînasyonê ragihand ku civaka êzidî di bin gef û êrîşan de ye û wiha got: “Li dijî vê yekê di serî de civaka me divê tevahiya gelê kurd, heval û dostên me yên hestiyar rabin ser pêyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar