Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

KCK: Divê em ji berxwedana Newşirwan Mistefa hêzê werbigirin

KCK'ê serokê berê yê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa bi bîr anî û got, "Pêwîstî pê heye ku ji ruhê şoreşgerî û îradeya berxwedanê ya Kek Newşirwan hêz bê girtin"

Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber salvegera 5’emîn a wefata serokê berê yê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa peyamek weşand.

Peyama KCK’ê wiha ye: “Di salvegera 5’emîn a wefata pêşeng û lîderê gelê me Newşirwan Mistefa de, em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîn û têkoşîna wî ya mezin ditewînin, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re dixwazin.

Newşirwan Mistefa di dîroka têkoşîna xwe ya nîv sedsalî de ji bo azadî, demokrasî, mafên civakî û edaleta civakî xebitî. Li ser destketiyên neteweyî, demokrasî û qanûnên başûrê Kurdistanê şopa wî heye. Her wiha parêzvanekî mezin ê mafên gelê kurd ê li her parçeyekî Kurdistanê bû.

Newşirwan Mistefa li dijî teslîmiyetê navê şoreşeke nû bû, li dijî zext û zilmê nîşaneya berxwedan û serhildanê bû, li dijî neheqî û newekheviyê sembola demokrasî û têkoşîna civakî û edaletê bû.

Ji ber ku temamiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirinê ye, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku ji ruhê şoreşgerî û îradeya berxwedanê ya Kek Newşirwan hêz bê wergirtin. Divê em hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin. Bi rêzdarî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar