Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

KCK: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedanê mezin bikin

Konseya Serokatiyê ya KCK'ê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şemrezar kir û ev bang kir: “Em bang li hemû jin û ciwanên Kurd dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe, rêxistinbûna heyî mezin bikin, çalakiyan zêde bikin û îradeya xwe hîn xurttir bikin.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Em bi hemû kîn û hêrsa xwe komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd pêk hatî û hêzên serdest ên kapîtalîst ku şirîkên vê komployê ne careke din şermezar dikin.

Em şehîdên bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, bêbandorkirina wê û negihîştina armancên xwe yên qirêj û tarî li dora Rêber Apo xeleka agir ava kirin, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em bejna xwe careke din bi rêzdarî li ber şehîdên xwe yên leheng ditewînin. Şehîdên ronahiya rêya me ne.

Em Rêber Apo bi hezkirin û hesret silav dikin ku ev 26 sal in li dijî komploya navneteweyî û pergala êşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide.

Pêngava azadiyê ya cîhanî bi pêşengiya dostên me 10’ê Cotmeha 2023’an bi navê “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” hat destpêkirin û pêşxistin. Em her kesê ku beşdarî vê pêngavê bûyî, piştgirî dayî, ji bo vê xebat kirî, ked dayî û tevlî çalakiyan bûyî bi coşa xwe ya şoreşgerî silav dikin. Em ji bo hemû dostên xwe û gelê xwe ku tevî hemû zehmetiyan pêşengiya pêşxistina pêngavê dikin di berxwedana wan de serkeftinê dixwazin.

Meha sibatê û bi taybet 15’ê Sibatê ji hêla dîroka têkoşîna Kurdan ve rojeke reş e. Roja îro ya sala 1925’an, Serhildana Şêx Seîd bi awayekî xirab hat provekirin û di Şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de li ser gelê Kurd komkujiyek pêk hat. Di sala 1999’an de jî Rêber Apo bi awayekî korsanvarî û bi hevkariya qirêj û komploya hêzên serdest ên navneteweyî radestî dewleta qirker a Tirk kirin. Bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo li dar xistin, xwestin hem qirkirina Kurdan a di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî de dayîn destpêkirin dubare bikin û bi dawî bikin. Yanî ji 15’ê Sibata 1925’an heta 15’ê SIbata 1999’an bîreke civakî û dîrokî ya neyînî heye. Rêber Apo ji ber vê yekê 15’ê SIbatê wekî “Roja qirkirina Kurdan” pênase kir. Loma hem ji hêla dîroka sîyasî û civakî ya Kurdan ve hem jî ji hêla diyalektîka Kurd û Tirkan ve rê li ber pêvajoyeke dijwar vekiriye. Di vê rojê de hem qederacivakî, siyas, û netewî ya Kurdan hat diyarkirin hem jî Têkiliyên Kurd û Tirkan ketin korerêyekê de. Di rewşa heyî de divê em êdî vê roja reş, vê roja qirkirinê bikin roja azadî û xilasiyê. Hewl û lêgerîna çareseriyê ya Rêber Apo jî ku tevî şert mercên tecrîdê hewl dide ji nû ve pêş bixe, li ser vê bingehê ye.

Di tevahiya sedsala bîstan de komkujî wekî qedera gelê Kurd hat diyarkirin û heta îro jî ev qeder li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin. Ligel vê qedera qirkirinê ya li ser Kurdan hatiye ferzkirin, li ser têkiliyên xwîşk û biratiya Kurd û Tirkan ên hezar salî, bi polîtîkayeke mezin siyaseta dijminatiyê hat sepandin. Têkiliya xwîşk û biratiyê ya ku ji şerê Melezgirê yê sala 1071’an bigirin heta şerê Çanakkaleyê yê di sala 1915’an û heta Şerê Rizgariyê yê di navbera salên 1919 û 1922’an de bi pêşengiya Mustafa Kemal hat kirin, di nav yekîtiyeke mezin de pêş ket. Lê belê bi Makezagona 1924’an re polîtîkayeke mezin a dijminatiyê hate ferzkirin. Tûkiliya hezar salî ya xwîk û biratiya di navbera Kurd û Tirkan de jehrî kirin. Rêber Apo, ji sala 1973’an heya niha, bi nêzîkatiyeke jidil hem têkoşîna xilaskirina gelê Kurd ya ji vê qedera qirqirinê da hem jî hewl dide li ser bingeha biratiya gelan têkiliyên xwîşk û biratiyê yên Kurd û Tirkan wekî hezar sal berê ji nû ve ava bike. Her tim hewl da vê derfetê j nê ve biafirîne.

Komoloya navnetewî ya 15’ê Sibatê jî, li dijî têkoşîna Rêber Apo ya ku dixwest gelê Kurd ji qedera qirqirinê û têkiliyên Kurd û Tirkan ji siyaseta dijminahiyê xilas bike, hat lidarxistin. Ev wek komployeke li dijî keda şoreşgerî û dîrokî ya ku li ser bingeha biratiya gelan têkiliyên Kurd û Tirkan dike rojeva hat lidarxistin. Armanca esas ya vê komploya navneteweyî ya ku di nav çarçoveya berjewendiyên hêzên serdest ên kapîtalîst ên bi pêşengiya DYA’yê de pêk hat, ew bû ku berê Kurdan dîsa bide qedera qirqirinê û têkiliyên Kurd û Tirkan jî vegerîne salên şer û pevçûnê. Çinku nefesa ku Rêber Apo digire jî li ser qedera gelê Kurd xwedî bandor e. Ji ber vê yekê rewşa Rêber Apo û mialmeleya li dijî wî, ji her alî ve tesîrê li heqîqeta gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê dike. Bi awayekî dijwar têkiliyên Kurd û Tirkan diyar dike. Yên ku vê yekê herî baş dizanin jî hêzên kapîtalîst û serdest in ku ev komploya navneteweyî li dar xistine. Ji xwe bi vê zanebûnê ev komplo pêk anîn. Ji ber vê yekê di 15’ê Sibata 1999’an de bi binpêkirina tevahiya hiqûqa navneteweyî, bi awayekî korsanvarî wekî ku Rêber Apo direvînin, radestî dewleta Tirk kirin. Armanca wan ew bû ku Kurd û Tirk n-bikevin nav şerekî man û nemanê yê bêdawî. Dema ku her du gelan bê navber bi hevdu re şer dikir, wan jî dê planên xwe yên hegemonîk ên sed salî pêk bianîna.

Dema ku Rêber Apo, ji Balafirgeha Nairobiyê ya Kenyayê wekî ku direvînin siwarî balafirê kirin, zanî ku rastî komployeke mezin hatiye û hewl da vê komploya hêzên kapitalîst û hegemon ên navneteweyî vala derxîne. Axaftina wî ya di balafirgehê de ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî behs dike, di vê balafirê de kir. Ew bi berpirsiyariya xilaskirina gelê xwe ji vê qedera dijwar û xilaskirina têkiliyên Kurd û Tirkan a jehrdariya sed salî tevgeriya. Piştî komployê, hemû li bendê bûn ku gel bikevin nav şereke xwîndar û man û nemanê, Rêber Apo stratejiya veguherîna demokratîk pêş xist û her kes xiat nav şaşwaziyeke mezin. Li ser bingeha biratiya gelan startejiyeke nû ya Komara Demokratîk pêş xist. Li ser bingeha xwişk û biratiya gelan paradîgmayeke nû pêş xist. Rêber Apo bi vê sekna xwe ya dîrokî, helwesteke dîrokî nîşan da ku ne dewleta Tirk ne jî hêzên komploger ên navneteweyî li bendê nebûn, hesaba wê nekiribûm û qet texmîn nedikirin. Rêber Apo, paradîgmaya ku xwe dispêre biratiya gelan ya li ser bingeha stratejiya Komara Demokratîk, roj bi roj pêş xist û têgeha Netewa demokratîk jê afirand. Çareseriya bingehîn a ku Rêber Apo hemji bo pirsgêrêka Kurd a sed salî hem jî bo jiyana hevpar a li ser bingeha biratiya gelan peyda kirî, netewa demokratîk e. Yanî bi navê xwe yê din, Komara Demokratîk e, çareseriya dewlet û demokrasiyê ya bi hev re ye.

Sîstema kapîtalîst a sedsala 20’an Kurd weke gelekî bi rûmet ê xwedî ziman, çand û nasname qebûl nekir. Weke hebûneke nasnameyekî timî înkar û red kir. Dewletên hegemon ên kapîtalîst ên heman sedsalê, erdnîgariya Kurdistanê li ser esasê berjewendiyên xwe yên emperyal talan kirin û bi çavbirçîtiyeke mezin çavkaniyên wê yên dewlemendiya sererd û binerd di nava xwe de parve kirin. Bi gelê ku li ser dijî re, parçe kirin. Ji bo serweriya netew dewleta Tirk çêbibe, parçeyê herî mezin ê Kurdistanê danê. Ku dewleta Tirk li dijî SSCB’ê (Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê) bi rolê bekçî hate erkdarkirin.

Dewleta Tirk a mêtinger xwe weke xwediyê para herî mezin dît, li ser esasê van peymanan ev nêzî sed sal in stratejiya Kurd dimeşîne ku ev siyaseteke qirkirinê ya bi sîstematîk e. Ev siyaseta înkar û îmhayê ye. Di qonaxa niha de, ev siyaseta îmha û qirkirinê êdî têk çûye. Her hikûmeta ku ji bo rêveberina dewleta Tirk tê ser desthilatdariyê, hema bêje ketine nava pêşbirkê ku biryara qirkirinê ya li hemberî Kurdan, hîn bi tundtir bimeşînin.

Di pêşbirka mêtingerî û qirkirinê de, gelek hikûmet derketine pêş lê belê ti ji wan serketî nebûne, her carê li hemberî serhildan û berxwedana Kurdan têk çûne. Eger hikûmeta AKP’ê nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kurdan li ser bingehê demokrasiyê neguherîne, wê heman aqûbet were serê wê jî. Ji ber ku di pêşbirka dijminahiya li hemberî Kurdan de, hikûmeta herî tund, bû hikûmeta AKP’ê. Bû hikûmeta ku herî zêde dijminahiya li hemberî Kurdan di nava Tirkiyeyê de û li derveyî Tirkiyeyê mezin kir. Hikûmeta AKP’ê ji bo siyaseta qirkirinê pêk bîne, sînor nas nake. Dijminahiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî Kurdan, tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de nema. Êrîşên dagirkerî û qirkirinê, her roja derbas bûyî belavî her cihê ku Kurd lê dijîn bû. Doza Rêber Apo, doza sedsalê ye û çareseriya wê jî çareseriya sedsalê ye. Çareseriya dozeke wiha dîrokî ku mohra xwe li dîrokê xistiye, helbet bêyî têkoşîna şoreşgerî pêkan nîne. Lê belê divê zemînên siyasî û hiqûqî yên têkoşîna şoreşgerî jî, pir bi xurt bêne nirxandin. Di qonaxa niha de, li gorî hiqûqa navneteweyî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert û mercên pêwîst bên afirandin. Cezayê li Rêbertiya me hatî birîn, li gorî hiqûqa navneteweyî êdî hukmê xwe qedandiye. Herî dawî di civîna komîteya wezîran a Konseya Ewropayê ya di sala 2024’an de jî, rastî hatiye îtîrafkirin. Lê belê ji bo ku di pratîkê de hinek din jî Kurdan mijûl bikin, “polîtîkaya ji demê re hiştin” hatiye pêkanîn. Hikûmeta AKP’ê niha hewl dide ji vê polîkaya Konseya Ewropayê (KE) sûd wergire.

Herî dawî di navbera Rêber Apo û şandeya DEM Partiyê de hevdîtinek çêbû. Dîsa hikûmet bang li Rêbertiya me dike ku çekan berde û rêxistinê belav bike. Lê belê di şert û mercên xebat û jiyanê de ji bo Rêber Apo guhertinekî biçûk jî nayê kirin. Ji bo ku bersiva van bangên li Rêbertî û Tevgera me tên kirin were dayîn, destpêkê divê şert û mercên xebata azad, ragihandina azad û jiyana azad ji bo Rêber Apo bên afirandin.

Ev hevdîtin û bangên hatine kirin hem di raya giştî ya Tirkiye û hem jî ya Kurdistanê de bendewariyên cur be cur çêkirine. Lê belê li aliyê din jî hikûmeta AKP’ê bi rojane êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûr û gelê me yê li Rojava dike. Li ser bingehê îmhakirinê ev êrîşên qirkirinê bi hemû tundiya xwe didomin. Her roj sivîl, jin û zarokan qetil dike. Hunermendên Kurd, rojnamevan û siyasetmedaran hedef digire. Dîsa êrîşên qirkirina siyasî yên li Bakur û Tirkiyeyê jî, bi hemû leza xwe didomin. Derbeya qeyûm a li şaredariyên gel, didome. Evane hemû bêsamîmiyeta AKP’ê radixe ber çavan. Her kesê ku di nava bendewariyê de ye, divê destpêkê bang li hikûmeta AKP’ê bike ku bi samîmî tevbigere û ji bo pêşketineke wiha jî çêbibe, pratîkeke xurt raber bike.

Weke encam; êdî hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem jî di sedsala 21’an de ji bo Kurd li cîhanê ji xwe re qadeke jiyanê ya demokratîk û azad vebikin, derfet heye. Lê belê ya ku dem û zemînê vê diyar bike, sekna Kurdan bi plan, rêxistinkirî û îrade ye. Ji bo ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di sala 27’an de bi temamî têk biçe, em bang li gelê xwe yên hemû parçeyên Kurdistanê û qadên derveyî welêt dijîn dikin ku têkoşîna şoreşgerî û welatparêziyê mezin bikin. Di serî de jin û ciwanên Kurd xwedî berpirsyarî ne ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jin û ciwanên Kurd dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe, rêxistinbûna heyî mezin bikin, çalakiyan zêde bikin û îradeya xwe hîn xurttir bikin.

Di 26 salên ku li ser komploya navneteweyî re derbas bûne de, dostên gelê Kurd jî zêde bûne. Hem ji gelên Rojhilata Navîn hem jî ji gelên Ewropa, Latîn Amerîka, Asya, Afrîka û cihên din ên cîhanê me têkîliyên pir binirx û biwate yên dostatî û xwişk-biratiyê bi gelan re pêş xistine û ev têkîlî her roj hîn zêdetir pêş dikevin. Ji ber ku têkîliya xwişk-biratî û aştiya yekgirtî ya demokratîk ku Rêber Apo dixwaze di nava gelan, bawerî û çandan de pêş bixe, ji bo mirovahiya pêşverû ya cîhanê dest bi afirandina nirxên demokratîk û azadîxwaz dike. Di sala 27’an a komploya navneteweyî de, Rêber Apo hewl dide ku xwişk-biratiya gelan û yekîtiya demokratîk pêş bixe. Di vê çarçoveyê de em bang li her kesê dikin ku hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derbikevin, piştgiriyê bidin çareseriya demokratîk û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn zêdetir bikevin nava hewldanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar