Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

KCK: Li dijî darbeya ser vîna gel rabin ser piyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li rûmet, azadî û îradeya xwe derkevin. Heta ku ev xesp radibe, divê gelê me çalakiyên xwe bidomîne. Divê gelê kurd hemû rabe ser piyan û xwedî li îradeya xwe derkeve."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Vê siharê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê kir û careke din îradeya gel desteser kir, îradeya gelê Kurd îpotek kiriye. Di qonaxeke ku li Tirkiyeyê çareserî û pêvajoyeke nû tê nîqaşkirin de, car din desteserkirina îradeya gel nîşan daye ku di rastiyê de ti niyeta çareseriyê nîne, tam berevajî zihniyet û siyaseta qirker dewam dike. Êdî bi eşkere diyar bûye ku tiştên bi gotinî tên gotin û bi pratîkê tên kirin, berevajî hevdû ne. Ev jî nîşan dide ku tiştên têne gotin, bi temamî bi armanca xapandinê ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ne xwedî niyeteke aştî, xwişk-biratî û çareseriyê ye, ne jî planeke wî ya wiha heye. Tam berevajî xwedî zihniyet û siyaseteke ku aştî, xwişk-biratî û çareseriyê tune dike ye. Yek plana wî heye, ew jî plana tasfiye û qirkirinê ye.

Car din desteserkirina îradeya gelê Kurd, niyeta rast a desthilatdariya AKP-MHP’ê û plana wî deşîfre kiriye. Lewma divê ti kes bawerî bi gotinên desthilatdariya AKP-MHP’ê neyîne. Di zihniyeta AKP-MHP’ê de aştî, demokrasî, çareserkirina pirsgirêkan û naskirina îradeyê nîne. Zihniyeta vê desthilatdariyê bi temamî antî demokratîk e. Nîjadperest, faşîst, qirker û xespkar e. Hemû gotinên wî jî di çarçoveya şerê taybet de ne. Bi rêbazên şerê taybet hewl dide hişê civakê têk bibe, civakê bixapîne û teslîm bigire. Gotinên ku ev demeke dibêjin jî, bi vê armancê ne.

Divê gelê kurd hemû rabe ser piyan û xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê bi tu awayî vê rewşê qebûl neke, yekser nerazîbûna xwe nîşan bide û divê heya desthilatdarî bi paşde gav neavêje, îpoteka li ser îradeya neyê rakirin û şaredarî ji gel re neyê dayîn, nesekine. Yên tên kirin bi qasî ku xesp û qirkirinê di heman demê de binpêkirineke demokrasî û hiqûqê ye. Têkoşîna li hemberî van polîtkayên antîdemokratîk, qirker û talanker egere sereke ya demokrasiyê ye. Banga me ya ji bo gelê me ew e ku bila xwedî li rûmeta xwe, azadiya xwe û îradeya xwe derkeve. Divê gelê me heya ku ev xesp li holê radibe, çalakiyên xwe bidomîne.

Em bang li civaka Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikin ku bila bi tevahî piştevaniya gelê Kurd bikin. Xwedîderketina îradeya gelê Kurd û daxwazên jiyaneke azad û demokratîk tê wateya xwedîderketina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Her derbeya ku li îradeya gelê kurd tê xistin, tê wateya derbeya li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê jî derbeyek e. Di heman demê de derbeyeke li dijî demokrasiya Tirkiyeyê û pêkvejiyanê ye. Ev darbe di heman demê de li demokrasiya li Tirkiyeyê û îradeya jiyana bi hev re hatiye xistin. Eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst wê nsekine û hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê desteserkirina îradeya civakê dewam bike. Destpêkê Şaredariya Esenyûrtê, niha jî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê desteser kir ku ev yek nîşan dide wê dewam bike. Ji ber vê jî divê gel li hemberî faşîzm, talan, desteserkirin û qirkirinê bi hev re li ber xwe bidin û heta ku îradeya hatiye desteserkirin ji nû ve bi dest bixe, çalakiyên xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar