Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Perşembe - 13 Mart 2025

KCK: Têkoşîna hevpar a gelan wê zîhniyeta qirker têk bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku komkujiyên Gaziyê û Qamişloyê bi bîr anî û got, “Bi pêşxistina têkoşîna gelan ya li hemberî zîhniyeta paşverû, yekperest û faşîst komkujî û hewlên tarî yên zîhniyeta qirker werin pûçkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî salvegera komkujiyên Gaziyê ya 1995’an û Qamişloyê ya 2004’an daxuyanî weşand. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Bi ser Komkujiya Gaziyê ya 1995’an de 30 sal û bi ser Komkujiya Qamişloyê ya di 2004’an de jî 21 sal derbas bûn ku ev her du komkujî di bîra gelên me de xwedî cihekî kûr in. Em dubare van komkujiyan şermezar dikin û di şexsê kesên ku di her du komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane de, hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêz minetdarî bi bîr tînin. Her du komkujî jî ji ber tirsa li hemberî pêşketina têkoşîna hevpar ya li dijî her du dewletên faşîst, paşverû, xwedan zîhniyeta yekperest û hêzên wan ên paramîlîter ve hatin kirin. Di Komkujiya Gaziyê de tiştên ku hatin hedefgirtin yek belavbûna têkoşîna şoreşê ya li Kurdistanê pêş diket ya di nava tevgerên sosyalîst demokratîk ên Tirkiyeyê bû û ya duyan jî gelê Elewî yê ku ji vê geşadana dîrokî re pêşengtî dikir, bû. Di Komkujiya Qamişloyê de jî xwişk-biratiya gelên Kurd û Ereb û pêkvejiyana wan hedef hatin girtin.

Her çend bi van komkujiyan xwişk-biratiya gelan, pêkvejiyana bi awayekî azad û wekhev hatibe hedefgirtin jî ev yek bi ser neketiye. Têkoşîna gelan ya hevpar ya li dijî faşîzm, parşverûtî û zîhniyeta yekperest û nirxên hatine afirandin rê li ber vê yekê girt û ew hewldan pûç kirin. Hem piştevaniya zêdetir pêşketî û stratejiya têkoşîna hevpar ya di navbera gelên Tirkiyeyê de, hem jî Şoreşa Rojava û pergala demokratîk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamên vê yekê yên dîrokî ne. Ev geşedanên dîrokî di heman demê de li hemberî komkujiyan bersivên herî rast in.

Lê belê mixabin ku zîhniyeta qirker hê bi dawî nebûye. Bi komkujiyên nû, hewla domandina paşverûtî, tarîtî û xirabiyê tê dayîn. Li gel ku dema ku em kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin jî komkujî pêk tên. Em bi rastiya li Sûriyeyê ya li gelê Elewî tê kirin û komkujiya tê kirin re rû bi rû ne. Em dubare diyar dikin ku em bi tundî vê komkujiya li ser gelê Elewî şermezar dikin. Bêguman weke paşerojê, ya niha jî dê bi pêşxistina têkoşîna gelan ya li hemberî zîhniyeta paşverû, yekperest û faşîst komkujî û hewlên tarî yên zîhniyeta qirker werin pûçkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar