Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

KCK’ê bi peyameke NPG’ê pîroz kir

KCK’ê ji ber çalakî û operasyonên şoreşgerî yên du rojên dawî, ku derbên giran li dijmin hatin xistin, Fermandariya Biryargeha NPG’ê pîroz kir. KCK’ê got, “Ev çalakiyên gerîla ji bo civata partiya me, gelê me û dostên me bûne moraleke mezin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyameke pîrozkirinê ji Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) re şand. Peyama KCK’ê wiha ye: “Di nava du rojên dawî de gerîla çalakî û operasyonên şoreşgerî li dar xistiye û di serî de Girê Hakkarî û Girê Cûdî derbên giran li dijmin hatiye xistin. Em ji ber van çalakiyên serketî yên ku bi rengekî canbexşane hatine pêkanîn, gerîla û Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel pîroz dikin. Em salvegera 44’emîn a damezrandina partiyê li gerîla û fermandariya xwe pîroz dikin, di sala 45’an a partiyê de serketin û serfiraziyê dixwazin.

Gelekî bi wate bûye ku salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê bi moralê ji çalakiyên gerîla yên hesabpirsîna ji dijminê mêtinger-qirker, hat pîrozkirin û bi hestê têkoşîn û çalakiyê dest bi sala 45’an a partiyê kir. Ev çalakiyên gerîla ji bo civata me ya partiyê, gelê me û dostên me bû moraleke mezin. Ev sekna gerîla nîşaneya şênber a wê yekê ye ku di sala 45’an a partiyê de wê gavên gelekî mezin bêna avêtin û hesabê mezin ji dijminê mêtinger-qirker bê pirsîn.

Em van hestên xwe bi Fermandariya Biryargeha Navendî û gerîlayan re parve dikin, pîroz dikin û serketinê dixwazin. Careke din cejna we ya Partiyê pîroz dikin û di sala nû ya partiyê de serketinê ji we re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar