Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

KCK’ê Demhat Agît û Cemîl Amed bi bîr anî

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Demhat Agît (Seyîtxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) k udi 15’ê Cotmeha 2019’an de di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, bi bîr anî.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê wiha ye: “Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Demhat Agît û xebatkarê Tenduristiyê Cemîl Amed ku bi rengekî fermî li başûrê Kurdistanê wezîfedar bûn, di 15’ê Cotmeha 2019’an de li Silêmaniyeyê bi balafirên şer ên bêmirov ên dewleta tirk a faşîst ve hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê, em hevalên xwe yên hêja yên kar, hevalên xwe yên leheng, hevrêyên fedakar û bi rûmet ên gelê xwe û pêşengên şoreşger ên tevgera xwe di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em biryardariya xwe careke din nîşan didin ku ji bo bîranîna wan em ê têkoşîna ji bo Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ser bixin.

Artêşa tirk a faşîst di 9’ê Cotmeha 2019’an de tevî komên xwe yên çete yên tecawizkar bi taybetî tevî çeteyên DAIŞ û El Nûsrayê êrîş bir ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên rojavayê Kurdistanê. Ev êrîşa dagirkeriyê bi destûr û dilê DYE’yê hate kirin. Hêzên emperyalîst û netewe dewletên li herêmê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk bi kar anîn û ji bo destketî û şoreşa li rojavayê Kurdistanê tasfiye bikin, xwestin veguherînin firsendê. Dewleta tirk a faşîst hîn dest ji vê polîtîkaya xwe bernedaye. Êrîşên ji bo tunekirina destketiyên kurdan û qirkirina kurdan, li her devera Kurdistanê bi alîkariya nokeran bênavber dewam dike.

Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî hebûn, du hevrêyên me yên bi ruhê welatparêzî û azadiyê yê kûr xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj a şoreşgerî û kedeke mezin bûn, bi piştgiriya feraseta xayîn û nokeran hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî rêveberî û hikûmeta başûrê Kurdistanê hîn bersiv nedaye ku komkujiya hevalên Demhat û Cemîl ji aliyê kê ve bi piştgiriya kê hatiye kirin. Em careke din radigihînin ku malbatên van hevrêyên me, gelê me û tevgera me ji bo ronîkirina komkujiya hevrêyên me Demhat û Cemîl li benda daxuyaniyeke têrker in.

Hin hêz di vê serdemê de jî civaka me ya êzidî ya ku li dijî qirkirin û polîtîkayên komkujiyê yên DAIŞ’ê li ber xwe da û hebûna xwe diparêze, ji derfetên xwerêveberî û xweparastinê bêpar dihêlin. Ev hêzên navborî derdorên noker ji nû ve xistine dewrê. Ji bo tunekirina destketiyên civaka me ya êzidî, PDK û hikûmeta Iraqê hevkarî kirine û li hev kirine. Vê polîtîkaya xwe jî bi navê hikûmeta başûrê Kurdistanê dimeşîne û dixwaze rewa bike.

Yên ku bûn bingeh ji şehadeta hevrêyên me re, ji operasyonên dagirkeriyê re û ji qetilkirina civaka me ya êzidî re, yên ku rê dan vê yekê, hevkarî û teşwîq kirin, divê ji aliyê gelê me ve bê dîtin û li dijî wan helwestek, seknek dijber bê nîşandan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar