Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Salı - 25 Şubat 2025

KCK’ê ji bo Sevîm Bellî peyama sersaxiyê weşand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku nivîskar Sevîm Bellî tevkariyek mezin li têkoşîna sosyalîzmê kiriye û got, “Ji bo bîranîna kesayeteke bi vî rengî ya pêşeng, zindîhiştina têkoşîna wê û pêkanîna armancên wê, em xwedî berpirsyarî ne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo nivîskara sosyalîst û wergervan Sevîm Bellî ku duh jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama KCK’ê de wiha hat gotin: “Em bi xemgîniyek mezin wefata Sevîm Bellî ku yek ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê û têkoşîna demokratîk a şoreşger bû, hîn bûn. Sevîm Bellî şoreşgereke mezin e, sosyalîst e, têkoşer e, dost û hevrêya gelê Kurd e. Em Sevîm Bellî bi rêzdarî bibîr tînin. Em sersaxiyê ji malbat, xizmên wê û tevgera sosyalîst demokratîk a Tirkiyeyê re dixwazin.

Sevîm Bellî di pêşketina tevgera sosyalîst û têkoşîna Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e. Tevkariyên mezin li têkoşîna sosyalîzmê kir û pêşengî ji tevger û têkoşînê re kir. Ked û berdêlên mezin da. Di ciwantiya xwe de tevlî têkoşîna sosyalîzmê dibe û heta nefesa xwe ya dawî didomîne. Ji bilî têkoşîna siyasî, di xebatên rewşenbîrî de jî cih girt û di vî warî de pêşengî kir. Weke jinekê tevlîbûna wê hem di têkoşîna siyasî de û hem jî di xebatên fikrî de çêbûn. Her wiha ji bo pêşketina îrade û nasnameya jinê, zanakirina wê jî rolek girîng lîstiye. Di vî warî de bûye kesayetekî pêşeng.

Li aliyê din Sevîm Bellî jî mîna hevserê xwe Mihrî Bellî mînakeke mezin a hevgirtina bi gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re nîşan da. Bi Rêber Apo re têkiliyeke wan a hevaltî û hevrêtî hebû. Di helwestên xwe de gelek hevgirtî û bêtirs bûn. Ji bo şikandina şovenîzma li Tirkiyeyê û pêşxistina hevgirtin û têkiliyên bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re di nava tevgera demokratîk a sosyalîst a Tirkiyeyê de, tevkariyên girîng kirine. Di pêşketina eniya têkoşîna hevpar a navbera tevgera demokratîk sosyalîst a Tirkiyeyê û gelê Kurd de roleke girîng lîstine. Sevîm Bellî jî bi Tevgera Jinên Kurd re di nava piştevaniyê de bû. Di vir de kedeke mezin da. Pîvan û armanca me ew e ku em kesayeteke bi vî rengî ya pêşeng her tim bi bîr bînin, têkoşîna wê zindî bihêlin û armancên wê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar