Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...
Cumartesi - 1 Mart 2025

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

KCK’ê meha Remezanê li alema îslamê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Em bawer dikin ku helwesta herî mezin û exlaqî ya rojiya Remezanê ya pîroz, têkoşîna hevpar a li dijî dagirkerî, qeyûm, tecrîd û êşkenceyê ye.”

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em ketin meha Remezanê ya ku ji bo alema Îslamê bi xêr û bereket e. Meha pîroz a Remezanê ji tevahiya alema Îslamê re aştî û aramiyê bîne. Em hêvî dikin ku Cejna Remezana pîroz di sala 2025’an de hezkirin, parvekirin û xweşiyê têxe dilê hemû Misilmanan û bibe wesîleya pêşwazîkirina hestên jiyanî. Daxwaziya me ew e ku aştî û edaletê bixe nava civakên Misilman. Em hêvîdar in ku nimêj û îbadetên ku di meha Remezanê de bên kirin wê îradeya mirovî, exlaq û wijdanê civakî hîn xurtir bike. Daxwaz dikin ku meha Remezanê bibe wesîleya ku gelên Rojhilata Navîn li ser pirsgirêkên azadî û demokrasiyê hûr bibin, bi perspektîfa Neteweya Demokratîk civak û jiyanê ava bikin.

Misilmanên rêzdar

Em ketin meha Remezana pîroz a sala 2025’an a ku li erdnîgariya Misilmantiyê li Rojhilata Navîn rê li ber trajediyên mezin ên şer û wêraniyê vekiriye. Ev pêvajoya şer a li Rojhilata Navîn diqewime, êş û azarên mezin bi hemû gel û baweriyên li herêmê dijîn, bi taybetî jî civakên misilman dide kişandin. Lê em di wê baweriyê de ne ku eger li herêmê civaka bi feraseta Neteweya Demokratîk pêş bikeve, wêraniyên ji ber şer, êş û azarên ku diqewime, wê bên telafîkirin. Di vê wateyê de em bang li tevahî alema Îslamê û Misilmanên Rojhilata Navîn dikin ku li dora nirxên demokratîk ên ku Îslamê temsîl dike bibin yek û ji bo berjewendiyên hemû gelên Rojhilata Navîn, Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin. Em we vedixwînin ku li ser bingeha xurtkirina yekîtî, hevgirtina gelan û jiyana wekheviyê hêz û tevkariyê bidin ev pêvajoya ku em tê de derbes dibin. Em bang dikin ku li dijî hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe bi nirxên mirovahiyê dilîzin, rawestin û weke bawermendên mezin ji bo pêşxistina Yekîtiya Demokratîk a Gelan û pêkanîna Avakirina Civaka Demokratîk têbikoşin.

Em weke tevger di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêkên ekolojîk, pirsgirêkên jinan, pirsgirêkên demokrasî û azadiyê yên li Rojhilata Navîn di têkoşîna hevpar de derbas dibe. Em dixwazin diyar bikin ku di vê Cejna Remezanê de li ser bingeha demokrasî û azadî, yekitî, hevgirtin û wekheviya gel û baweriyan, têkoşîna hevpar a gelan hate berfirehkirin. Bi vê wesîleyê em di vê meha pîroz a Remezanê de bang li Misilmanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dikin ku li dijî hêz û dewletên mêtinger, qirker û faşîst ên li her derê cîhanê ne, bi yekîtî û hevgirtinê tevbigerin.

Seydayên welatparêzên Kurdistanê yên rêzdar

Ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin, berpirsyariyên mezin li ser Kurdên Misilman ên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û li hemû cîhanê dijîn ferz dike. Gelê Kurd 50 sal in li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîna hebûn û jiyanê dide. Êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, qirker li hemû qadên Kurdistanê bi hemû hêza xwe didomin. Li Bakur tecrîd, êşkence, girtin û desteserkirin bê navber didomin. Êrîşên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger, bi valakirina dehan gundan, wêrankirina ekolojîk û pirsgirêkên civakî li tevahiya Başûr didomin. Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk li ser herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê didomin û gel ji cih û warên xwe koçber dike. Di şer û pevçûnên ku her roj rû didin de bi dehan kesên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin jiyana xwe ji dest didin. Civaka Kurd li hemberî van hemû êrîşan ji bo demokrasî, azadî û jiyana mirovî li ber xwe didin. Hûn Seydayên hêja ku rêberên baweriya gel in, divê li her qadên berxwedanê li cem gelê xwe bin, di aliyê manewî de gel xwedî bikin û ev jî dibe beşek ji îbadetên pîroz ên meha Remezanê.

Li gorî pirtûka me ya pîroz Quranê; hemû çalakiyên gel ên ku li hemberî kesên Îslamê bi kar tînin û rastiya gelan înkar dikin, rojî ne. Yên vê fermanê bi cih bînin wê bên efûkirin û xelateke mezin hebe. Ji ber vê rêgeza Îslamî, di meha Remezanê de berpirsyariyeke mezin daye ser milê Kurdên Misilman. Bi wesîleya meha Remezanê em bi bîr dixin ku Seydayên Kurd ên welatparêz û gelê Kurd ê Misilman îbadetên xwe bi berxwedanê re bikin yek, wê xêrêke mezin bikin.

Berxwedana herî mezin a ku xêran tîne, berxwedana gelê ku di bin înkar û îmhayê de ye, berxwedana gelê ku îradeya wê hatiye xespkirin, bi tecrîdê re rû bi rû ye. Di vê pêvajoyê de dewsa mizgeftên diyanetê ya ku ji bo komkujiyê Kurdan fetwayan dide, divê li ser sînor, di çeperên parastina gel de, li pêş şaredariyan nimêj bên kirin û ev yek helwesta herî rast e. Lewre diyanet di şexsê gelê Kurd de bi înkarkirina çanda Kurdan ayetên Xwedê înkar dike, diyaneta dewleta Tirk û dewlet Rêbertî dixe bin tecrîdê. Em li bende ne ku Misilman bizanibin ku zekat şertê herî girîng a Îslamê ye. Mûmînê ku zekat bide hîn zêdetir bereket bikeve mal û milkê wî/ê. Zekatên xwe dewsa ku bidin dewleta Tirk a mêtînger û saziyên wî, destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava û yên Sûriyê bikin, ev xêra herî mezin a meha Remezanê ye. Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê him koçber bûne him jî koç digirin. Ji ber vê divê hemû Misilmanên Kurdistanî û yên cihanê bi gelên ku di nav hawirê şer de zehmetiyan dikişînê re, di nav danûstandinê de bin. Sofreyên xwe yên fitarê bi awayekî dilnizm, êşên bi milyonan mirovên birçî hîskirinê, ji mezaxtinê dûr amadekirina wê nêzikatiya herî rast û bi xêr e. Sofreyên fitarê bi kesên xwedî pêwîstî re parvekirin, rewşa nexweş û pîran pirsîn û pêwîstiyê wan pêk anîn xêra herî mezin a meha Remezanê ye. Di vê wateyê de em bendê ne Misilmanên ku dixwazin exlaqî û wijdanî bin, başî bikin di vê pêvajoyê de nav piştgirî û yekitiyê de be. Em daxwaz dikin ku rojiyên wan bibe wesileya xêrên mezin. Em bawerin meha Remezanê ya pîroz wê li hemberî qeyûm, tecrît û êşkence bibe têkoşîna hevpar. Bi vê wesileyê em hêvîdar in ku gelên Misilman ên Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo gel bi awayekî demokratîk, wekhev û bi hev re bijîn erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Û li hemberî zilm û neheqiyê di eniya demokrasiyê de tevlî refê têkoşîna hevpar bibin. Em daxwaz dikin rojiyên ku digirin, duayên ku dikin û niyeta wan qebûl bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar