Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Keça Dêrsimê’ çû ser dilovaniya xwe

Huriye Aslan a yek jî ‘Keçên Winda” yên Dêrsimê bû di 80 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Aslan di belgefîlma “Du Qevd Por: Keçên Winda yên Dêrsimê” de jiyana xwe bi van gotinan vegotibû: “Heke kevir bûya dê tîş bûya, lê ez ax bûm û min li ber xwe da.”

Pîrejina 80 salî Huriye Aslan yek jî wan “Keçên Winda yên Dêrsimê” bû û bi belgefîlma “Du Qevd Por: Keçên Winda yên Dêrsimê” hatibû naskirin û bi jiyana xwe ya bi êş bala her kesî kişandibû. Aslan di 80’ê saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayika 80 salî bi nirxandinên xwe ne tenê jiyana xwe vegotibû, di heman demê de komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an û hovîtiya dewleta tirk jî raxistibû ber çavan.

Huriye Aslan di sala 1938’an de hêj 8-9 salî bû, ji Dêrsimê tê derxistin û wê dişînin Samsunê, bi salan bi hesreta welat, ax û xizmên xwe dijî. Piştî merasîma cenaze dê li gundê Salordek a Pilemûriya Dêrsimê bê definkirin.

Huriye Aslan dema ji komkujiyê direve, leşker dor li daristanê digirin û bi ap, amojin û zarokên apê xwe re tên girtin. Piştre wê dişînin Samsunê li gel malbateke leşker. Aslan tiştên wê demê jiya wiha anîbû ziman: “Li Samsunê ez dam li gel xanimekê. Keseke xirab bû. Betaniyek da min û ez avêtim ser derenceyê. Min qeteke betaniyê da binê xwe, qetek jî avêt ser xwe. Min li mitbeqê xwarin dixwar. Ferman didan xizmetkara malê û digotin ku ‘Firaqên keça kurd di nava firaqên me de neşo, cuda bişo.’ Min dixwest xwe bikujin.”

Aslan tiştên ku bi serê wê de derbas bûbûn bi gotinên “Heke kevir bûya dê tîş bûya, lê ez ax bûm û min li ber xwe da.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar