Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Kêlên Goristana Şehîdên Komkujiya Helebçeyê hatin şikandin

Piştî raperîna sala 1991’an li Helebçeyê Bîrdariya Şehîdên komkujiyê hate çêkirin û li gel de jî goristanek weke sembolîk ji bo şehîdên kîmyabarana Helebçeyê hate çêkirin. Di goristanê de bi sedan kêl hene û li ser her kêlekê navê şehîdek an jî çend şehîdên Komkujiya Helebçeyê li ser e. Lê çend careke ev kêlên ku wek sembola komkujiyê tên nasîn ji aliyê hinek kesên nenas ve têne şikandin.

Ji ber nebûna çavdêrê goristanê, ji bilî şikandina kêlan dar û şitlên di nava goristanê de jî tên şikandin. Gelek caran ciwanên ku ji bo derbazkirina demê xwe li nava goristanê de dirûnin û paşmayên xwe di cih de dihêlin. Hinek caran jî sewalên dirinde dikevin nava goristanê.

Bêrêziya li dijî sembolên şehîdan

Welatiyê bi navê Hoşmend Mûrad sê kes ji malbata wî di komkujiyê de şehîd ketine têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Şehîdên kîmyabarana Helebçeyê sembolin ji bo mazlumiyeta neteweya kurd li tevayî cîhanê. Ji bona wê pêwîste ev sembolên şehîdan baş werin parastin. Daxwaza min ji rayedarên bajêr ew e ku êdî bêrêzî li hemberî sembolên şehîdan neyê kirin, tevdîrên pêwîst werin girtin.”

‘Em parastina goristanê bi hêviya gelê bajar ve dihêlin’

Rêveberê Rêvebertiya Şehîd û Karûbarên Enfalkiriyên Helebçeyê Kameran Mistefa jî têkildarê mijarê ev tişt anî ziman: “Li gel Bîrdariya Şehîdên Helebçeyê, kêlên goristana şehîdan jî çend carek bi temamî hatine nûjenkirin. Lê mixabin cihê ku goristan lê ye, di navenda bajêr de maye. Rojane gelek caran ciwan di nava goristanê de rûdinin û kêlan dişkênin. Em parastina goristanê bi hêviya niştecihên bajêr ve dihêlin. Ew goristan sembola neteweyek û bajarê Helebçeyê. Ne sembola hizbek û hikûmetekê ye. Lewre divê niştecihên bajêr jî xwe di ber parastina goristanê de berpirs bibînin. Gelek car me kesên kêl şikandine girtin û ew kêl bi destên wan dane çêkirin.” HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar