Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Kerevan Îrmez 25 sal in winda ye

Xizmên windayan, di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta Kerevan Îrmez ê di sala 1995’an de, li navçeya Sîlopiyayê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û dûre carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn

Xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya 624’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser înternetê bi bernameya onlînê li dar xistin.

Di çalakiya vê heftê de, çîroka Kerevan Îrmezê di 15’ê Cotmeha 1995’an de, hîn nû ji girtîgehê derketibû, li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê di serdegirtina malê de ji aliyê hêzên taybet û polîsên sîvîl ve hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat xwendin û pirsa aqûbeta wî hat kirin.

Sekretera ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer çîroka Îrmez ê winda wiha vegot.

Acer diyar kir ku li gorî şahidên bûyerê, piştî ku Îrmez tê binçavkirin, wî dibin qereqola leşkerî ya gundê Bêspin a girêdayî navçeya Sîlopiyayê û got: “Piştî bûyerê, malbata Îrmez serî li Miduriyeta Polîsan a Sîlopiyayê dide. Lê raydarên emniyetê dibêjin ku Îrmez ne di bin çavan de ye. Piştî bûyerê, demek kurt, li derdora Geliyê Qesrikê cenazeyekê ser jêkirî tê dîtin. Îşkenceyek pir giran li cenazeyê kesê ser jêkirî hatibû kirin. Bi nêrîna, dibe ku cenaze aîdê Kerevan Îrmez be, agahî ji bo malbatê tê dayîn. Malbata Îrmez, diçe cihê bûyer û dûre derdikeve holê ku cenaze ne yê Kerevan Îrmez e. Lê piştî hewldanên bi salan jî heya roja îro tu agahî ji Îrmez nayê girtin.”

‘Em bi israr daxwaz dikin’

Acer dest nîşan kir ku wan di şert û mercên pandemiyê de jî lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo windayan bênavber dewam kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke parazvanên mafên mirovan, bi israr dixwazin ku bersûcên windayan bên aşkerakirin, darizandin û cezakirin. Em dixwazin êdî edalet pêk bê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar