Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn

Di bîranîna ji bo 177 kesên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin de ev peyam hat dayîn: “Çi bibe bila bibe em tu car çok danaynin.”

Ji bo 177 kesên ji 3 jêrzemînên li Taxa Cudî ya navçeya Cizîra Şirnexê ku di dema qedexeya derketina kolanan a di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û dom dikir de asê mabûn û hatibûn qetilkirin, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Malbatên kesên hatin qetilkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê ya li avahiya HDP’a Cizîrê de hat lidarxistin bûn. Li eywana ku bîranîn lê hat li darxistin pankarta navên kesên ku hatin qetilkirin û nivîsa ‘Lehengên Cizîra Botan’ li ser dinivîsî hat daliqandin.

Hevseroka HDP’a Cîzirê Zîlan Ecevît a di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi sedan hevalên me li pêş çavên hemû cîhanê hatin qetilkirin. Em vê qet ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Çawa ku wan mirovên me gotin ‘çi dibe bila bibe em çokan nadeynin’ em jî soz didin wan çi dibe bila bibe em ê tu car çok danaynin.”

Têkoşîn dê bidome

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî ev tişt anî ziman: “Heta ku mirovên azadiyê dixwazin hebin, wê doza kesên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane jî bidome.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ji bo kesên di jêrzemînên wehşetê de hatibûn qetilkirin, amadekiribûn hat nîşandan

Bîranîn bidayîna mewlûdê bi dawî bû. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar