Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

KESK: Bi qeyûman rantê belav dikin

Platforma KESK’ê ya Amedê li dijî qeyûm û KHK’iyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku yek armanca qeyûman heye ew jî rantê ji AKP’iyan û rêxistinên nêzî xwe belav kirin e

Platforma KESK’ê ya Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman û karmendên bi KHK’iyan hatin îxrackirin li Kuçeya Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, rêveberên navenda KESK’ê, Serokê TUMBEL-SEN’ê Erdal Bozkurt û rêveberên KESK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta ‘Em destwerdana li dijî îradeya gel qebûl nakin’ vekirin. Li ser navê KESK’ê Erdal Bozkurt daxuyanî da.

Bozkurt tayînkirina qeyûmên bo şaredariyên HDP’ê bi bîr xist û wiha got: “Pêvajoya tayînkirina qeyûman didome. Îktîdar bi polîtîkaya qeyûman dixwaze tola xwe ji gel hilde û dixwaze di şexsê hilbêjiran de gel ceza bike. Li ser fermana Wezîrê Karê Hundir qeyûm tê tayînkirin. Lê gel qeyûman qebûl nake û pê qanih nebûye. Tekane armanca van mudaxeleyên antî demokratîk heye ew jî AKP dixwaze şaredariyê ji gel veqetîne û ji nûve talan bike, dixwazin bi rêbaza qeyûman ji xwe re qesrên biçûk çê bikin û rantê li AKP’iyan û rêxistinên nêzî xwe belav bikin. Em dixwazin dawî li vê polîtîkayê were anîn.”

‘Hezar û 500 hevalên me ji kar hatin derxistin’

Bozkurt bal kişand ser dema qeyûmên serdama bihûrî û got ku bi hezar û 500 endamên sendîkaya wan bêyî tu hinceta hiqûqî were nîşandan ji kar hatin avêtin û da zanîn ku armanca van polîtîkayên AKP’ê ew e ku her deverê bi xwe ve gire bide û li gorî xwe biryarê bide.

‘AKP welat bi darveyan bi rêve dibe’

Piştî Bozkurt, hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî axaftinek kurt kir û gotinên AKP’ê yên dema nû hat ser îktîdarê bi bîr xist û got ku di pêvajoya niha de AKP welat bi OHAL, KHK’iyan, qeyûman û darbeyên sivîl û siyasî birêve dibe.

Bozgeyîk diyar kir ku divê endam û rêveberên şaxên wan ên hatin îxrackirin demildest vegerin karê xwe û ew ê bi baweriya aştî û demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar