Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 2 Mayıs 2025

Kirstein: Ewropa bi saya PKK’ê aram e

"PKK nûnera rewa ya gelê kurd e. Bidawîkirina krîmînalîzekirina PKK'ê wê bike ku zext li Tirkiyeyê bê kirin û di hevdîtinên aştiyê de PKK muxatab bê dîtin"

Andreas Kirstein ê ji Lîsteya Alternatîve (AL) ku tev li kampanyaya derxistina PKK’ê ya ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya Yekitiya Ewropayê bûye, di heman demê de endamê Pira Biratiyê ya Zurîch-Amedê ye.

Ji beşdarên kampanya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan Andreas Kirstein diyar kir ku ji bo aştiyeke mayinde ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin.

Kirstein li ser kampanyayê bal kişand ser civaka kurd a li Ewropayê û diyar kir ku nabe ew bi xemsarî nêzî zilm, zext û binpêkirina mafên mirovan a li dijî gelê kurd bibin. Kirstein got “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tev li gelek karî bûm û bi vî rengî min xwest bikim ku zilm û zexta li gelê kurd tê kirin, bê dîtin. Ez piştgiriyê didim têkoşîna PKK’ê û dixwazim PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. Bi baweriya ku wê piştgiriyê bide têkoşîna gelê kurd min mohra xwe danî binê belavokê.”

Kirstein destnîşan kir ku ji bo li Kurdistanê û Rojhilata Navîn aştî mayinde bibe, şert e ku destpêkê PKK ji lîsteyê bê derxistin û ji bo şerê navbera PKK û dewleta tirk bi dawî bibe divê dewletên navneteweyî bikevin dewrê û zextê li dewleta tirk bikin.

Kirstein ragihand ku Yekitiya Ewropa ji ber şantaja li ser penaberan tê kirin û ji ber peymanên leşkerî û bazirganiyê, kiryarên li dijî gelê kurd ji nedîtî ve tê û got, “PKK nûnera rewa ya gelê kurd e. Bidawîkirina krîmînalîzekirina PKK’ê wê bike ku zext li Tirkiyeyê bê kirin û di hevdîtinên aştiyê de PKK muxatab bê dîtin. Divê Ewropa ti carî rol û berdêla gerîlayan ji bîr neke ku di tunekirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûn. Bi saya şervanên kurd xelkên Ewropayê ji çeteyên cîhadîst hatine parastin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar