Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

KJAR bi dirûşma ‘Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşin’ kampanya da destpêkirin

KJAR’ê li dijî polîtîkayên Îranê yên qetilkirina jinan û jîngehê bi dirûşmeya ‘Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşin’ kampanya da destpêkirin û wiha got: “Li dijî hişmendiya dixwaze jin û jîngehê tune bike, em têbikoşin.”

Navenda Nûçeyan |

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyek li dijî kuştina jin û jîngehê kampanyayek da destpêkirin.

Di daxuyaniyê de KJAR’ê diyar kir ku sala 2021’an ji bo jinan û jîngehê salek gelek dijwar bû û wiha got: “Ev êrîş li Kurdistanê hem di asta desthilatê hem jî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi awayekî sîstematîk tên meşandin.”

KJAR’ê da zanîn ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê rojane jin tên kuştin, daristan tên şewitandin û pêşiya robarên avê tên girtin û got ku ji ber van kiryarên rejimê karesatên mezin ên xwezayî û mirovî çêbûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sala borî hem li rojhilatê Kurdistan, Belûcistan, Loristan û gelek deverên din ên cuda yên Îranê kuştinên jinan û xerakirina jîngehê bi rêjeyek berbiçav zêde bûne.

Di dawiya daxuyaniya KJAR’ê de wiha hat gotin: “Em kampanyek bi dirûşma ‘Li dijî kuştina jin û jîngehê têbikoşîn’ radigihînin. Çi erkek bikeve ser milê me em amade ne, bi cih bînin. Bi vê mebestê em bang li gelê kurd ê li rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jinan dikin, tevlibûnek xurt ji vê kampanyê re bikin û li dijî hişmendiya dixwaze jin û jîngehê tune bike, em têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar