Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

KJAR: Tevlî greva giştî ya ji bo Pexşan û Werîşe bibin

KJAR’ê banga tevlîbûna greva giştî kir ku wê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bê lidarxistin.

Di çarçoveya nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî 6 hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar dan ku 22’yê mehê li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin.

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna greva giştî kir û got, Pexşan û Werîşe dengê civakên bindestin û ji bo nasname û îradeya civakê taybet jinan têkoşîn dikin.

Di daxuyaniya KJAR’ê de wiha hate gotin: “Piştî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, em bûn şahidê piştevaniyek berfireh a jinên têkoşer, hunermend, nivîskar, çalakvanên mafên mirovan, kampanya, medya dijîtal, dayikên aştiyê, malbatên şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Ev piştevanî ji bo hilweşandina cezayên darvekirinê û azadkirina girtiyên siyasî hatiye destpêkirin hîna berdewame. Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî di 2 salên borî de bûne dengê şoreş û girtîgehan, her wiha ji bo daxwazên civakê û bi taybet jinan têkoşîn dane meşandin. Nameyên wan tijî hevokên ku hem êş û hem jî şîfayê îfade dikin in. Ji bo ku jiyana xwe watedartir bikin, niha bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Ji bo Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hîn zêdetir hevbeşî û hevdengî pêwîst û girîng e.

Pexşan û Werîşe dengê civakên bindest in û di heman demê de hişyarî û piştevaniya nasname û îradeya civak û jinan in. Her cure tundiya li beramberî Pexşan û Werîşe, li beramberî girtiyên din û di heman demê de li ser tevahiya civakê ye.”

KJAR’ê banga beşdarbûna greva giştî ya ku di 22’yê mehê de were lidarxistin kir û wiha ragihand: “Duh bi daxuyaniyek hevbeş aliyên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku wê di 22’yê Çileya 2025’an de greva giştî were lidarxistin. Di daxuyaniyê de greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina jiyana Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî weke tedbîreke pêwîst û lezgîn hate binavkirin û bang li civaka herdem hişyar a Rojhilatê Kurdistanê hate kirin ku di vê rojê de dest bi grevê bikin. ji aliyê Îranê ve. Ev xebat careke din helwesta zelal û şefaf a gelê me ya li hember siyasetên Îranê nîşan dide.

Em wek Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) piştgiriya vê daxuyaniya hevbeş dikin û bang li hemû ferdên civakê dikin di 22’ê Çileyê roja çarşemê de beşdarî greva giştî bibin. Her wiha bibin dengê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî û bi dengek bilind dawî li siyaseta dijmirovahiyê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar