Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

KJAR’ê dijî zewaca di temenê biçûk de pêngavek da destpêkirin

KJAR dijî zewicandina di temenê biçûk de, kampanyayek da destpêkirin. KJAR’ê ragihand ku ew ê dijî zewicandina zarokên keç û zihniyeta desthilata Îranê têbikoşin

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê nivîskî pêngavek dijî zewicandina di temenê biçûk de, ragihand.

KJAR’ê di daxuyaniya xwe anî ziman ku rejîma Îran, hêza jin û ciwanan ku enerjiya zindîbûna civakê ye, tevlihev kiriye û civakê diguhere û wiha got: “Rejîm zihniyeta ciwan û jinan ji bo dewamkirina sîstema xwe bikar tîne. Gelek mînakên vê hene, rejîm êdî hejmara zarokan jî diyar dike, her wiha cil û bergên wan jî diyar dike, bi vê zihniyetê kar dike.

Tevgera me ji bo têkoşîna dijî desthilatê ku rojane bi hebûna civakê dilîze, pêngavek bi navê ‘Dijî qirkirin û darvekirina jinan, dem dema parastina jiyana azad e’ ragihandibû. Ji bo vê jî çalakiyên berfireh pêkhatin û hejmarek ber bi çav a çalakvanên civaka sivîl, jin û yasayî di bin vê sêwanê de kom kir.

Tevgera me vê carê jî bi dirûşmeya ‘Zewaca zarokan, qetilkirina jinan e’ îro pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav dijî sîstema baviksalarî û rêgezperesetiya desthilata Îranê ye. Em ê li hemberî vê yekê, civakê hişyar bikin û dijî vê zihniyetê têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar