Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

KJC derbarê 15’ê Sibatê de daxuyanî da

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand

Navenda Nûçeyan

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan diyar kir ku heta desthilatdariya AKP-MHP’ê neyê parçekirin, tecrîd bi dawî nabe û bang li ciwanan kir ku li her derê bi rengekî radîkal berxwedanê mezin bikin.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û cangoriyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em 15’ê Sibatê careke din di nava giraniya pêkneanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de pêşwazî dikin. Bi navê jinên ciwan êdî em nikarin xwe li kiryarên qirker û sîstema dîlgirtinê ya Îmraliyê rabigirin. Hêza bingehîn a ku van kiryarên faşîzan dimeşîne desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst e. Heta ku ev desthilatdarî neyê parçekirin, nepêkane ku sîstema Îmraliyê bê hilweşandin.”

Koordînasyonê bi wesîlerya 15’ê Sibatê bang li jin û ciwanan kir ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û wiha dewam kir: “Ji xwe çeperên berxwedanê gav bi gav tên avakirin. Berxwedana xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî qeyûmên AKP’ê mînak e. Eger xwendekarên Kurdistanê hemû tevlî vê berxwedanê bibin wê hingî bingeha faşîzmê bê hilweşandin.

Li Garê li dijî operasyona dagirkeriyê, berxwedana gerîla ji roja destpêkê ve destan nivîsî. Jin û ciwanên kurd ên bi rûmet û welatparêz bi cihgirtina li çeperên vê berxwedanê dikarin derba herî giran li faşîzmê bixin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya jin ên ciwan e. Azadî bi liv û tevgerê dikare bê bidestxistin. Ji ber vê yekê em bang li jinên ciwan hemûyan dikin ku li ber xwe bidin. Mîna ku Rêberê me jî got, ‘Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin’. Em tevlî her qada têkoşînê bibin, bi rengekî radîkal tevlî çalakiyên 15’ê Sibatê bibin û sîstema qirkirina kurda parçe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar