Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...
Pazartesi - 10 Mart 2025

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

KJK: Ji 8’ê Adar heta Newrozê bibin pira azadiyê

Koordînasyona KJK'ê çalakiyên 8'ê Adarê silav kir û got, “Rêber Apo serdema ku em tê de ne weke Ronesansa Jinê û Ronîbûna Jina Azad nirxand û hemû dem veguherand 8’ê Adarê, gul û biharê. Ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bibin pirek û Roja Newrozê veguherînin cejna gelan û cejna têkoşînê."

Koordînasyona KJK’ê têkilarî 8’ê Adarê de daxuyanî da. KJK’ê diyar kir ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê û 4 kulîlkên nergizê yên ji Rêber Apo hatî, diyariyeke pir bi nirx û bedew e û got, “Di destê me de ye ku em bi vê diyariyê jiyana xwe, jinan, zarokan, jin ên ciwan bikin nêrgiz, bikin bihar, bikin mîna baxçeyê. Em kêfxweş in ku bi vî rengî vê biharê pêşwazî dikin û di vê wateyê de em serhildan û têkoşîna xwe ya avakirina demokrasiyê û hêviyên xwe yên ji bo siberojê mezin dikin.”

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye: “Me îsal 8’ê Adarê bi peyama Rêber Apo ya Manîfestoya Rizgariya Jinê ya Sedsala 21’ê pêşwazî kir. Rêber Apo serdema ku em tê de ne weke Ronesansa Jinê û Ronîbûna Jina Azad nirxand û hemû dem veguherand 8’ê Adarê, gul û biharê. Em Rêber Apo û manîfestoya wî silav dikin!

Jinên ku guh dan manîfostoyê di 8’ê Adarê de pêşengî ji banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re kirin û li Bakur, Tirkiyeyê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava, Şengal, Mexmûr, Rojhilat, Başûr û Ewropayê li kolan û qadan bûn. Bi biryardariya azadî, demokrasî û wekheviyê li Kurdistanê û jinên Kurd di milekî de li hemberî tundiya desthilatdariya mêr helwesta xwe nîşan da, di milekî de biryardariya xwe ya ji bo pêşengiya ji pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ danî holê. Li Tirkiye, Sûriye û Ewropayê jin bi çand, ziman û rengên cuda hatin ba hev. Li hemû deverê cîhanê jin li hemberî dewleta desthilatdariya mêr û zayendperest, li hemberî êrîşên li dijî jin û zarokan helwest, deng û raperîna xwe bilind kir. Weke KJK em hemû jinên ku ji Sibatê heta 8’ê Adarê bi gelek çalakiyan li kolanan, qadan her roj dikirin 8’ê Adarê û vê keda demokrasî û azadiyê silav û pîroz dikin!

Ked û zanebûna azadiya jinê, têkoşîna wê ya ku sedsala 21’ê ronî dike û biwate dike, bi vê biharê re nû destpê kiriye. Têkoşîna jinê xwedî wê hêzê ye ku jiyana me ya rojane û cîhanê bihejîne. Ji xwe di vê 8’ê Adarê de me dît ku dengê lingên jinên ku hemû sînor derbas kirin, dest dan hevdû û bûn yek xwedî hêzeke çawa ne û bedewiyek çawa afirandin. Zanebûna jinê ya hişyarbûyî, ya rabûye ser piyan û meşiya, hêza jinê ya serhildanê îro xwe rêxistin dike û hesabê ji desthilatdariya mêr dipirse, diqîre ku jiyaneke çawa dixwaze, xwe birêxistin dike û didomîne. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî her cure tundiya mêr, îdeolojî û çanda zayendparêz a avakirî, bûye sîwan û bernameya têkoşîna hevpar. Rêber Apo mêrê desthilatdar ê di hundirê xwe de kuşt û ji jinê re bû hevrêyê azadiyê. Rêber Apo bi vê 8’ê Adarê re asta têkoşîna jinê hîn bilindtir kir û wezîfe û mîsyona ji bo têkoşînê hîn mezintir kiriye.

Bi şoreşa jinê û ronesansê re hemû dem ya me ne. Ji bo ku hemû dem ya me be, divê her roj bi wateya 8’ê Adarê bijîn û têbikoşin. Di vê wateyê de divê em Manîfestoya Azadiya Jinê ya Rêber Apo ku di nava şert û mercên herî giran ên tecrîdê de nefes û hêz dida jinê û hemû hêza xwe ya jiyan û têkoşînê ji azadiya jinê re kilît kir, hîn bêhtir nîqaş bikin. Berpirsyariyeke me heye ku em bi çalakiyên cuda, perwerde, civîn, komxebat û atolyeyan nîqaş bikin, hewl bidin fêm bikin û ji bo vê perspektîfê erkên nû yên têkoşîn û rêxistinbûnê danin pêşiya xwe. Em bang li hemû jinên Kurdistanî û cîhanê dikin ku vê perspektîfê hê bi xurtî fêm bikin û bi jiyanî bikin.

Jinên qîmet û wateyê didin jiyanê, azadiyê, xwe û yên din, wê cîhanê rizgar bikin, azad bikin, ronî bikin û bedew bikin Rêber Apo li Îmraliyê çar tebeqeyên Îdeolojiya Rizgariya Jinê û çar kulîlkên nêrgizê kir diyarî. Ev diyarî gelek bedew û hêja ye. Di destê me de ye ku em bi vê diyariyê jiyana xwe, jinan, zarokan, jin ên ciwan bikin nêrgiz, bikin bihar, bikin mîna baxçeyê. Em kêfxweş in ku bi vî rengî vê biharê pêşwazî dikin û di vê wateyê de em serhildan û têkoşîna xwe ya avakirina demokrasiyê û hêviyên xwe yên ji bo siberojê mezin dikin.

Li ser vê bingehê em careke din 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin, dil, hişmendî û çalakiyên wan ên tijî serhildan silav dikin û bang li wan dikin ku ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bibin pirek û Roja Newrozê veguherînin cejna gelan û cejna têkoşînê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar