Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Temmuz 2025

KJK: Li dijî êrîşan bi ruhê serhildanê rabin ser piyan!

KJK’ê daxuyand ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi balafirên şer, balafirên bê mirov û çekên giran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir diken û bang li her kesî kir ku bi ruhê serhildanê rabin ser piyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer sivîlên Bendava Tişrînê bomabe baran dike û heta niha 6 sivîl şehîd bûne û gelek sivîl bîrndar bûne. Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da û wiha got:“Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava komkujî pêk tîne. Li ber çavê hemû cîhanê gelê me yê sivîl, jin, ciwan û şervanên ku ji bo xaka xwe şer dikin bi balafirên şer, balafirên bê mirov û çekên giran hedef digirin û qetil dikin. Bi dijminatî êrîşî axa ku gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen û Ermenî bi hev re dijîn dike, bi aşkere û bê dudilî sûcên şer dike, bi taybetî li Tişrîn, Qereqozax, Girê Spî ,Tîl Temir û Kobanê vê yekê dike.

Di demên dawî de karwan û ambûlansên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe li ber xwe didin û gelê sivîl ên li Tişrînê li ber xwe didin dike hedef. Bi dehan mirovên me hatin qetilkirin. Duh û îro gelê me li ber çavê hemû raya giştî bi awayekî pir hovane û bê perwa hedef tê girtin û qetilkirin. Em şehîdên xwe bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Şehîd banga berxwedanê ne.

Dema axaftin, ravekirin an bangewaziyê derbas bûye. Dem dema berxwedan û çalakiyên di asta herî jor de ye. Êdî dem hatiye ku hemû gelê me bi taybet jin bi ruhê 6-8’ê Cotmehê bi tevahî û bê teredut li ber xwe bidin, li Bakur, Başur, Rojava û li derveyî welat bi ruhê serhildanê rabin ser piyan.

Dewleta faşîst a Tirk dijminatiya Kurdan dike û li dijî hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd şerekî vekirî îlan kiriye. Em bang li hemû gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku biherikin Tişrînê û gelê xwe yê li Bakur jî bang dikin ku her cih û war bi taybet sînoran veguherînin qadên berxwedanê. Îro roja xwedîderketina Rojava û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Roj roja berxwedana jin û ciwan e. Dibe ku sibe dereng be.

Em bang li raya giştî û dostên hestiyar dikin ku beşdarî vê berxwedanê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar