Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

KNK amadehiya kongreyek nîştimanî dike

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Şoreş Xidir bal kişand ser talûkeyê heyî û got: "Dema wê hatiye di sedsaliya Lozanê de kurd dijî peymanê bibin xwedî yek helwest. Ji bo vê em dixwazin di 22-24’ê Tîrmehê de li Lozanê kongreyek nîştimanî û mezin lidarbixin.”

Tê payîn bi boneya salvegera 100 saliya Peymana Lozanê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlîbûna hemû pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozan ya Swîsreyê, kongreyek nîştimanî û mezin lidarbixe. Li ser vê mijarê endamê KNK’ê Şoreş Xidir ji Rojnewsê re axivî.

Şoreş Xidir da zanîn ku Peymana Lozanê, yek ji wan peymanên hemberî netewa kurd û hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye îmzekirine. Şoreş Xidir got ku di salvegera sedsaliya vê peymanê de, dem hatiye kurd dijî vê peymanê bibin xwedî helwest.

Xidir destnîşankir ku KNK projeyek netewî û nîştimanî weke erkek xwe dizane û wiha dom kir; “Bi vê armancê em dixwazin di 22-24’ê Tîrmeha 2023’yan de li bajarê Lozanê kongreyek netewî ku pêkhateyên her çar pareçeyên Kurdistanê tevlîbibin, lidarbixin. Ji bo ku ev kongre bikeve rojevê, li ser asta her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat, wê xebat bên meşandin. Em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet, mamostayên zanîngehê dikîn ku di vê mijarê de xwedî gotin bin.”

Di dawiyê de endamê KNK’ê Şoreş Xidir ragihand ku ewê bi alîkariya hemû kes û partiyên siyasî yên di nava KNK’ê de hemû astengiyan bişkênin û got; “Hêvîdarim em bikarin encamek baş bidest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar