Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 5 Haziran 2025

KNK: Dewletên dagirker li pey komkujiyên nû ne

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku dewletên dagirker plan dikin ku komkujiyên Helebceyên nû pêk bînin û ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin û berjwendiyên gelê Kudistanê bên parastin, bang li hemû hêzan kir ku bêdeng nemînin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 36’an a komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand û komkujiyê şermezar kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev komkujî li ber çavên hemû cîhanê hat kirin, lê tu dewlet li dijî vê yekê ranebûn. Neteweyên Yekbûyî, DYA, Ewropa û welatên din li dijî vê komkujiyê bêdeng man. Tenê dema rejîma faşîst û dîktator a Sedam, ji bo berjewendiyên xwe weke gef dîtin, dengê xwe bilind kirin.

Îro heman senaryo ji aliyê dewletên dagirker ve tê dubarekirin. Di van rojan de di serî de dewleta tirk, dewletên dagirker, rejîma dîktator û nîjadperest a AKP-MHP’ê ji bo li dijî gelê kurd qirkirin û komkujiyên nû pêk bîne, planên nû amade dike û dixwaze van planên xwe bixe pêk bîne. Tê plankirin ku hikûmeta navendî ya Iraqê jî, di halêhazir de hikûmeta herêmî jî tev li van planan bibin û hêzên PDK’ê jî di nîva van planan de cih digirin. Ev plan li her çar parçeyên Kurdistanê gefê li gelê kurd dixe.

Lewma em bang li hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, welatparêz û kesên bi wijdan dikin ku li dijî planên dagirkeriyê helwest nîşan bidin û bêdeng nemînin. Encex bi vî rengî em dikarin xwedî li şehîdên Helebceyê derbikevin. Encex bi vî rengî em dikarin pêşî li komkujiyên mîna Helebceyê bigirin û berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.

Em şehîdên Helebceyê bi hemû hestên xwe yên welatparêziyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî wezîfeya ku dikeve ser milê me xurt bikin û li dijî dijminê qirker û kujer têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar